Delater: Divê rê neyê dayîn ku aloziya Helebê li Idlibê dûbare bibe

Balyozê Fransayê li Neteweyên Yekbyî François Delater di civîna Konseya Ewlekariya ya NY‘yê ya der barê rewşa Sûriyê û Lîbyayê de hişyariya aloziya li Helebê li Idlibê dûbare bibe, da.

Li ser daxwaza Elmanya, Belçîka û Kiwêtê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî  civîneke awarte ji bo mijara Sûriyê û Lîbyayê lidar xist.

Balyozê Fransayê li Neteweyên Yekbyî François Delater banga "Divê rê nayê dayîn ku Helebek nû li Idlibê rû bibe". Delater ji vê

Li gorî Delater, dûbarebûna rewşa li Helebê li Idlibê tê wateya "Kareseteke mirovî" û got" Her wiha tê wateya rûxandina asoyên çareserkirina siyasî ji bo şer.". Delater bi vê yekê îşaret bi rewşa Helebê ya di sala 2016‘an de kir, ku rejîma Sûriyê piştî şerên giran di encamên lihevkirinên bi Tirkiyê re û sponseriya Rûsyayê xist bin kontrola xwe.

Balyozê Belçîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mark Beckstein beriya civînê got: "Der barê rewşa mirovî li Idlibê de em ê raporan werbigirin, em ê garantiyan girêdayî lihevkirina agirbestê ji (Rûsya, Îran û Tirkiyê) bixwazin, da ku erka xwe pêk bînin û teqez bikin ku bê ka şer heye ya ne".

Balyozê Elmanyayê Christoph Hosgen jî got"Rewş trajîdîk e" û destnîşan kir ku 3 milyon kes di nav de 1 milyon zarok li Idlibê dijînin.


Mijarên Din