‘Dem hatiye ku aloziya Sûriyê bi însiyatîfa Ocalan bê çareserkirin’

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd anî ziman ku eşîrên herêmê destekê didin çareseriya aştiyane ya ji bo pirsgirêka Sûriyê û got: "Dem ew dem e ku alozî li gorî însiyatîfa Ocalan bê çareserkirin."

Aloziya Sûriyê di sala xwe ya 9‘an de didome, bêyî ku tu asoyên çareserkirinê diyar bibin. Destwerdanên hêzên herêmî û navdewletî li ser berjewendiyan şoreş ji navaroka xwe ya aştiyane dûr xist û bû sedem ku alozî gurtir bibe.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22‘yê Gulanê de hevdîtin bi muwekîlê xwe re kiribû û peyama wî ragihandibû. Ocalan di peyama xwe de dibêje "Derfet çêbe, ez dikarim roleke erênî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîzim." Her wiha banga çareserkirina aştiyane ji bo dozên herêmî û mafên hemû pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyê de kiribû.

Yek ji rûspiyên eşîra Cewala ya qebîleya Tey, Şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin û anî ziman ku Ocalan xwedî felsefeya demokratîk e, felsefeya wî bi rêya tecrubeya Rêberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, ev proje jî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û giştî herêmê model e, Ocalan dikare roleke erênî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze.

Şêx Ebdulrehman destnîşan kir ku ew wek eşîrên herêmê destekê didin çareseriya aştiyane ya aloziya Sûriyê ku hemû gelê Sûriyê, herêmê û cîhanê ji ber wê azar kişandine û ev tişt got: "Dem hatiye ku alozî bi rêbazên rêber Ocalan bê çareserkirin."

El-Hemîd di berdewama axaftina xwe de got ji Tirkiyê tê xwestin ku ji tevahî xaka Sûriyê ku dagir kiriye, derkeve û hevdîtinan bi Ocalan re pêk bîne û wî serbest berde. El-Hemîd anî ziman ku Ocalan çareseriyên guncaw ji bo aloziya li herêmê danîne, ji ber ku xwedî fikrên demokratîk e ku xizmeta civakê bike.

Şêxê Eşîra Cewala ya qebîleya Tey wila lê zêde kir: "Çareserî bi rêbazên aştiyane, tecrubeya demokratîk, avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng, parastina yekitiya saka Sûriyê, mîna tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkan e."

(bb)

ANHA


Mijarên Din