Dema erebeyeke leşkerên Tirk derbas dibû, teqînek pêk hat

Li nêzî bajarokê Sersingê yê girêdayî navçeya Amêdiyê, dema erebeyke leşkerên artêşa Tirk a dagirker derbas dibû, teqînek pêk hat. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li gorî çavkaniyan ji ajansa Rojnewsê re ragihandine, bûyer îro li ser rêya bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha Duhokê pêk hat.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku dema erebeyeke leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Duhok û Amêdiyê, li nêzî Sersingê derbas dibû, teqîn pêk hat.

Tê gotin di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûne, lê agahiyên berfireh der barê zerarên teqînê de nehatin bidestxistin.

Piştî teqînê balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajarokê Şeladizê bombebaran kir.


Mijarên Din