​​​​​​​Dema qedexeya beşî heta 5`ê Hezîranê hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Srûiyê dema qedexeya derve ya beşî heta 5`ê Hezîranê dirêj kir. Ji bilî dibistan, zanîngeh, xwaringeh û kafîtiriya, tevahiya saziyên herêmê dikarin vekin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de dema qedexeya derketina derve ya beşî heta 5`ê Hezîranê dirêj kir. Her wiha dema qedexeyê ya rojane jî ji saet 7:00`an êvarê heta 6:00`an sibeha roja din diyar kir.

Rêveberiyên destûr da vekirina tevahiya dikan û pîşeyan, tevî veguhestina di navbera bajar û rêveberiyan de. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku karker û karmendên tevahiya saziyan dê bi awayekî fermî ji sibe ve roja Çarşemê 27`ê Gulana 2020`an dest bi kar bikin.

Di daxuyaniyê de îşaretpê hate kirin ku tevahiya deriyên sînor dê heta derxistina biryarekê girêdayî wê, girtî bimînin. Ji bilî deriyên Tayha û Tebqa ew ê ji bo rewşên mirovî vekirî bimînin.

şx

ANHA


Mijarên Din