Dema tomarkirinê ya ji bo pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan hate dirêjkirin

Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê dema tomarkirina ji bo pêşbirina "Şehîd Gerzan a Wêjeyî" dirêj kir.

Pêngava propogendayê ya ji bo pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan a ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û Desteya Ciwan û Werzîşê ve hatiye organîzekirin li ser tevna civakî û belavkirina belavokan berdewam e.

Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û Desteya Ciwan û Werzîşê ragihandibû ku qeydkirina navan ji bo beşdarbûna pêşbirkê dê 9'ê Îlonê bi dawî bibe, lê ji ber beşdarbûna zêde heta 15'ê Cotmehê dirêj kir.

20 kes bi berhemên xwe yên (kurteçîrok, gotar, prose û helbest) navên xwe tomar kirin.

Komîteyê amadekar a pêşbirkê ya ji bo berhemên bi zimanê Kurdî ji endamên Yekitiya Rewşenbîran (Îsmet Hesen û Zozan Mihemed) û ji bo berhemên zimanê Erebî  ji endamên Yekitiya Rewşenbîran û Desteya Ciwan û Werzîşê (Avesta Îbrahîm, Cûma Ehmed û Mihemed Weys) pêk tê.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Avesta Îbrahîm diyar kir ku ji ber alaqeya zêde ya bi pêşbirkê re dema tomarkirina navan hate dirêjkirin û di dawiyê dê bi şahiyekê kesên serkeftî werin xelatkirin.

Komîteya Rêveber a Pêşbirkê belgefîlmekî li ser jiyana têkoşer Gerzan ê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, amade dike û di şahiya belavkirina xelatên pêşbirkê de nîşan bide.

Tê payîn ku şahiya belavkirina xelatan dê dawiya meha Cotmehê de were lidarxistin.

Navnîşana pêşbirkê wiha ye:

rewsenbir411@gmail.com

ANHA


Mijarên Din