Demokrasî û jiyana hevbeş haveyna îslamê ye

Şande û mêvanên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk tekez kir ku îslama rast demokrasî û jiyana hevbeş e û li ser vê bingehê divê berdewam bike.

Kogreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava ya ku li bajarokê Rimêlanê yê Qamişlo li dar dikeve, bi axaftinên nûnerên şandeyên başdar didome.

Axaftina destpêkê ji hêla hevseroka Akademiya Îslama Demokratîk Delal Xelîl ve dest pê kir. Her wiha Delal tekez kir ku îslama rast ew e ku demokrasî, sinc, siyaset û civakê pêk bîne û navend û binyada wê demokrasî û jiyana hevbeş e.

Delal got Îîslam di haveynê xwe de nûnertiya hemû olên xwedayî yên kevn dike û dihewîne. Ew jî bi rêya ziman û felsefeya gerdûnî ya giştî ya hemû neteweyan û guman jê tune ye, dimeşe. Her wiha jî pêkanîna zanistî û pelandinî ji zagonên giştî re bi awayekî wekhev û azad, bi taybet di civakên mirovan de li ser bingeha azadî û edaletekê ku hemû mafên gelan pêk tîne û dîroka şaristaniya mirovan jî reş nake.

Delal Xelîl bal kişand ser ku tevgerên îslamî têgeha nîjadperestiyê li dijî cewhera ola îslamê û avakirina dewleta nîjadî bi kar anîn. Her wiha têgeha kapîtalîzmê û metodên tundiyê jî li dijî gelên xwe pêk anîn.

Di dawiya axaftinê de Delal Xelîl tekez kir ku kongre dê bibe armanca geşkirina rêxistin û saziyan û ew jî erkeke dikeve ser milê hemûyan.

Dûre serokê Yekitiya Zanyarên Misilman Şêx Mihemed El-Xezrî, serokê Saziya Olî ya li Reqayê Nayêf Şiêb, cîgira hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan Ebid, endama rêveber a Meclisa kantonên Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir, hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Cozêf Lehdo, şêwirmendê giştî yê Kar û Barên Sivîl ê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêzan Gilo, hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û nûnera Meclisa Îslamî ya Reqayê Heyam Nûrî axaftin kirin.

Axêveran kongre pîroz kir û serkeftin di xebatê de xwest. Her wiha axêveran tekez kir ku îslama rastîn nûnertiya haveyn û heqîqeta olên xwedayî dike. Her wiha gelê Kurd nûnertiya mîraseya îslama azad, wekhev û demokrat dike.

Li gorî komîteya amadekar diyar kiriye ku tê payîn ku bi rêya Skype Mele Abdulbarî Tiryakî bi navê Kongreya Îslama Demokratîk ji Bakurê Kurdistanê tev lê bide.

(fr)

ANHA


Mijarên Din