Demsal yek ji isbatên hêza rêveberiya jinê ye

Projeya Demsal a çandiniyê ya taybet bo jinê yek ji projeyên aborî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî serkeftî tê hesibandin. Proje bi saya rêxistinkirina baş, kar pêşket û fireh bû.

Şoreşa jinê yek ji navên Şoreşa Rojavayê ye. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên borî de isbat kirin ku ew di tevahiya waran de hilberîner û pêşeng e. Bi taybet di warên ku hişmendiya mêr tenê qadên xwe didît, mîna  warên leşkerî, aborî û rêveberî. Ev tişt bi awayekî zelal di pergala hevserokatiyê de diyar bû.

Tevî ku dîrok bû şahidê jin yekemîn kese ku çandinî vedîtiye û karûbarên malê birêve dibe. Lê warên  aborî û çandinî ji warên ku tenê bi mêr ve girêdayî ne tê hesibandin û mêr dibîne ku ew tenê dikare di van waran de kar bike û birêve bibe.

Şoreşa Rojava tevahiya asoyan li pêşberî jinê vekir, da ku cihê xwe yê xwezayî di tevahiya warên civakê de bigire, di nav de çandinî û aborî de jî. Jin bi rêya kooperatîfan û projeyên taybet bo xwe hewl didin wê cihê ku jê hatiye standin dîsa qezenc bike.

Projeya Demsal; projeyeke çandinî taybet bi jinê ye û girêdayî Komîteya Aborî ya jinê ye. Ev proje dikeve aliyê rojhilatê navçeya Tirbespiyê li aliyê başûrê rêya di navbera Tirbespiyê û Çil Axa ya kantona Qamişlo, de.

Proje bi 7 karkerên jin destpê kir

Proje di sala 2016`an de ava bû û yek ji projeyên herî serkeftî li herêmê tê hesibandin. Destpêkê 8 karkerên jin di nav  8 donim zeviyên çandiniyê de yên Desteya Jina herêma Cizîrê ji wan re diyarkirine de,  kar kirin.

Di projeyê de şînkahî di nav 6 hingaran de hatin çandin, tevî çandina 200 darên hinarê.

Ji ber kedên karkerên projeyê û berpirsên wê, proje bi serket û fireh bû.

Bi karê bêhempa proje fireh kirin heta gihaşt 150 donim.

Projeya Demsal di nav herêmê de ji ber serkeftina ku pêk aniye, deng veda. Di sê mehan de proje ji 8 doniman fireh bû û gihaşt 150 doniman. Desteya Jin a herêma Cizîrê zevî ji jinan re pêşkêş kir da ku projeya xwe berfireh bikin. Jin tevahiya cureyên şînkahiyê di nav 21 hingaran de diçînin. Ev hingar berê tenê 6 bûn. Tevî ku hezar û 500 darên berhemdar çandine li şûna ku berê 200 darên hinarê bûn.

Girêdayî mijarê çavdêra projeyê endezyar Selama Ibrahîm destnîşan kir ku di destpêka projeyê de biryar dane ku kesên xwedî pisporî di projeyê de kar bikin û xebatkarên  çandiniyê ya projeyê li ser rêbazên çandiniyê yên rast perwerde bikin. Selama wiha domand: "Sir a serkeftina me israra me ye. Her wiha me jinên xwedî tecrube di warê çandiniyê de hilbijart û karkerên jin li ser danûstandina bi çandinî û dermankirina nexweşiyan re perwerde kirin."

Selama diyar kir ku di salên destpêkê de qezenec bi dest nexistine lê niha qezenc baş e.

Niha di projeyê de 35 jin kar dikin

Niha û piştî firehbûna projeye, pêwîstiya bi kardestan û jinên xwedî tecrube di warê çandiniyê de, 35 jin kar dikin. Lê di destpêkê de tenê 7 jin bûn.

Çavdêrên projeyê karker dabeşî du koman kirine. A yekemîn ji saet 6:00`an heya 11:00`an  dixebite û koma din jî ji saet 16:00`an heya 19:00`an kar dike. Karker li gorî rewşa wan a civakî û pêwîstiyên wan ên taybet têne ferzkirin. Bi taybet ji ber ku hejmarek ji wan zewicîne û erkên wan hene. Her wiha kar di nîvro de ji ber germahiya zêde radiweste.

Girêdayî mijarê Hefîde El-Rafii (31) ya ku ji jinên destpêkê yên ku di projeyê de kar dikin e, dibêje: “Ez dayîka 5 zarokan im. Destpêkê bi hevserê xwe re di çandiniyê dixebitîm. Dema min proje bihîst, hema min daxwaznameyek pêşkêşî çavdêran kir. Ji wê rojê ve ez di projeyê de kar dikim.”

Hefîda wiha domand: "Li ser daxwaza çavdêrên projeyê ez û malbata xwe  niha di nav projeyê de dimînin."

Xwedîkirina sewal û mirîşkan beşek ji projeya Demsal e

Rêveberiya projeyê û çavdêrên wê, beşek ji bo xwedkirina sewalan (mîna çêl, mih û bizin) û mirîşk, werdek û dîka Misrê diyar kirine.

Ji bo wê jî du axur hatin avakirin. Yek ji bo çêlan û yek din jî ji mih û bizin re. Ji bo mirîşkan jî pînik hatin avakirin.

Jina bi navê Wadha Ehmed dayîka 10 zarokan tevî malbata xwe di beşa xwedîkirina sewalan de kar dike. Wadha tevî 3 keçên xwe ji 11 mehan ve di projeyê de dixebitin. Wadha got: "Di vê beşê de em sewalan xwedî dikin. Em di karê xwe de vehesîne. Ji bo me ev derfeteke da ku pêdiviyên malbata xwe peyda bikin. Em mast û penêr çêdikin û piştre tevî hêkan di nav sûkên bajêr de difroşin."

Hewl didin beşa belavkirina hilberînên xwe vekin û Demsal bikin akademiya perwerdekirina jinan li ser çandinî û xwedîkirina sewalan.

Têkildarî pêşxistina projeyê û plansaziya wan çavdêra projeyê endezyar Selama Ibrahîm got: “Niha em hewl didin di nav sûka navçeya Tirbespiyê de dikanekî vebikin da ku hilberînên xwe belav bikin. Ji ber serkeftina projeyê bi Komîteya Aborî ya taybet bo jinê re vekirina akademiya çandiyê di nav projeyê de tê nîqaşkirin. Da ku jinan li ser çandiniya bi rêbazên zanistî û xwedîkirina sewalan bi rêbazên rast perwerde bikin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din