Dengê berxwedanê ji girtîgehan bilind dibe

Du girtiyên azadiyê yên di girtîgehên Tirkiyê ku 41 rojin di greva birçîbûnê de ne, qeydên deng ji malbatên xwe re şandin û gotin: “Em ê bi rihê berxwedana Efrînê, heta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bibin.”

Di girtîgehên Tirkiyê de û gelek bajarên dewletên cîhanê ji bo bidawîkirina tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, grevên birçîbûnê didomin. Çalakî bi pêşengiya parlamentera HDP`ê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ji zêdetirî 156 rojan ve destpê kiriye. Ev çalakî piştre li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bû.

Bi hezaran girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Heya niha ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li Ocalan 7 çalakgerên girtî çalakiya fedayî pêk anîn.

Du çalakgerên di girtîgehên dewleta Tirk de, Ebdo Şêxo di girtîgeha Elbistanê û Kemuran Bekir Reşîd di girtîgeha Boluyê de ye. Ev 41 roje her du girtiyên azadiyê çalakiya xwe didomînin.

Ebdo Şêxo û Kemuran Bekir Reşîd bi rêya qeydên deng ku ji malbatên xwe re şandine, tekez kirin ku ew ê çalakiyên xwe heya rakirina tecrîdê berdewam bikin.

Ebdo Şêxo di qeyda deng a şandî de wiha gotiye: “Silavên min ji tevahiya gelê Kurd re hene, bi taybet ji gelê Efrînê re. Bi giyana Efrînê em li vir li ber xwe didin. Me li pey xwe 41 roj ji greva birçîbûnê hişt. Em vê li hember grevên hevalan ku 100 roj derbas kiriye tiştekî nahesbînin. Moralê me bilind e û em dixwazin bibin çareseriya riya ku hatiye girtin. Li ser wê esasê em ê berdewam bikin. Hûn dizanin ku hindek hevalên me gihaştin asta şehadetê. Piştî dagirkirina Efrînê, hevalên girtîgehên êdî nikarin bighêjin malbatên xwe. Ji vir ez dibêjim soza me ye ku em ê hev du li ser xaka Efrînê ya pîroz bibînin."

Girtiyê azadiyê Kemuran Bekir Reşîd jî di qeyda dengê xwe de nameyek bi navê hevalên xwe yên berxwedêr şand û got: "Hevalên zindanan tevahiya gelê Kurd li Rojava bi taybet Efrînê silav dikin. Em di çalakiyên xwe de heya bighêjin armanca xwe bi israrin. Heta gelê Kurd û berxwedana gel heye em başin. Em tevî 92 heval di girtîgeha Bolyê de di greva birçîbûnê de ya bêdem û bêdor veger de ne.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din