Dengdayîn li Knesseta Îsraîlê ber bi çareseriyê ve

Malpera i24news a Îsraîlê îşaret pê kir ku Knesseta Îsraîlê duh di saetên dereng de projeya xweçareserkirinê xwend û piraniyan li ser erê kir.

Malperê bal kişand ser ku piştî erêkirina li ser projeya xweçareserkirina Knessetê (meclisa zagonsaz a Îsraîlê), endamên komîteya taybet dema hilbijartinên parlamentoyê ku dê 17’ê Îlonê de li dar bikeve, erê kir.

Endamên Knessetê piştî nîvê şevê projeya qanûna çareserkirina Knessetê nîqaş kir û di dengdayînê de piştî xwendina yekemîn a projeyê, hate erêkirin.

Li aliyekî dîtir jî divê dengdayîn li ser projeya qanûnê, carên duyemîn û sêyemîn kirin heta ku bikeve meriyetê. Ev yek jî çavdêr pêşbîn dikin ku dê îro û sibe çarşemê bê kirin heta biryara lidarxistina hilbijartinên nû bê veger bê misogerkirin.

Duh serokwezîr Benjamin Netanyahu bi serokê Partiya Îsraîl Beitenu Avigdor Lieberman re der barê hewldana dawîn ên dîtina çareya krîzê de li hev rûniştin. Her du piştî 22 deqeyan ji civînê bêyî ku bigihîjin tu encaman, derketin.

 (fr)


Mijarên Din