Îro salvegera wefata hunermend Dilgeş e. Hozna Dilgeş di 12’ê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Dilgeş bi berhemên xwe berxwedana destanî ya gelê Kurd vegot û bû hunermendekî gel.
Dilgeş di sala 1952'yan de li gundê Fisqînê yê Nisêbinê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Ji malbeteke pîran a êzidiyan e. Hê di zarokatiya xwe da hînî tembûrê bû. Dema Dilgeş 14 salî bû, li herêma xwe muzîkjenekî naskirî bû.
Dilgeş di sala 1979'an de neçar ma sirgûnî Almanyayê bibe. Bi tevahî 9 kaset çêkirin û di jiyana xwe de nêzî hezar gotinên stranan nivîsandin.
Di hevpeyvîneke me ya di sala 2006’an de, xeta xwe ya rewşenbîrî wiha rave kiribû: "Ez mirovekî welatparêz û sosyalîst im. Ez ji dîktatoriya proleter bawer dikim. Dema min stranên xwe nivîsandin, ez li ser vê xetê bûm."
Yek ji stranên Dilgeş ên salên 1990'î ku li Kurdistanê herî zêde dihat gotin, strana "Muxtaro" bû. Di wê stranê de cerdevan û mixtarên gundan rexne kirin.
Hunermend Dilgeş neçar ma bi dehan salan li sirgûnê bijî. Nikarîbû biçe warê xwe ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû. Hesreta xwe ya ji bo Nisêbînê di stranan de digot:
LI SER RÊBER OCALAN STRAN GOTIN
Du stranên hunermend Dilgeş ku heta niha li tu derê nehatine weşandin, li ser rêber Abdullah Ocalan in. Yek ji van li ser roja 15'ê Sibata 1999'an e û bi navê "Ferman" e. Hunermend êşa xwe wiha vedibêje:
Stranên hunermend Dilgeş êş, berxwedan û şehîdên gelê Kurd vedibêjin. Dilgeş di hevpeyvîneke me ya sala 2006’an de wiha gotibû:
"Min di salên 1980 û 1990'î de bi Zozan, Seyîdxan, Xelîl Xemgîn û Serdar re di gelek şevan de konser dan. Carekê li Munsterê 15 hezar kes tev lê bûn. Dema ku ez bi Hunerkom re xebitîm, rojên min ên herî xweş bûn. Ez bi siûd im ku min bi hunera xwe xizmet ji gelê xwe re kir. Min êş û kêfxweşiya wî anî ser ziman. Gelê me ji bo azadiya xwe tê dikoşe. Ez jî bûm parçeyekî eniya hunerê ya vê têkoşînê. Ez silavên xwe ji serok Apo, Cemîl Bayîk, berxwedêrên zindanê û gerîla re dişinim. Ew her tim di dilê min de ne."
ANHA