Depoya genim a gundê Alya ya Serêkaniyê dest bi wergirtina genim kir

Depoya genim a gundê Alya girêdayî Serêkaniyê ku ji ber hovîtiya çetayan bi salan hatibû girtin. Depo  ji nû ve ket xizmetê û dest bi wergirtina genim kir.

Depoya genim a gundê Alya ya girêdayî Serêkaniyê ku ji aliyê komên çete ve hatibû talankirin, bi salan ji xizmetê derketibû. Depo îsal piştî tijîbûna depoya li bajarokê Sefehê, careke din hate vekirin û dest bi wergirtina genim kir.

Saziya Çandiniyê destpêka meha Nîsanê dest bi sererastkirina depoyê kiribû. Bi  keda kargehên pispor ji (Girê Spî, Qamişlo, Hesekê û Serêkaniyê) hemû alavên wê hatin nûkirin.

Depoya gundê Alya ji duh ve dest bi wergirtina genim kiriye û di rojekî de 150 ton genim ji her du cûreyan hişk û nerm bi buhayê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye 160 lîreyên Sûriyê  wergirt.

Berpirsê depoyê  Cemîl Remedan diyar kir ku komên çete di dema ku êrîşî Serêkaniyê kirin, hemû alavên depoyê talan kiribûn.

Remedan anî ziman ku Saziya Çandiniyê ji destpêka meha Nîsanê ve bi alîkariyên karkerên pispor ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi sererastkirina depoyê kir.

ANHA


Mijarên Din