Depoyên Dirbêsiyê 10 hezar ton genim wergirtin

Piştî ku cotkarên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hilberînên xwe yên genim çinîn, depoyên navçeyê 10 hezar ton genim bi tevahiya pileyên wê  wergirt.

Depoyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hilberîna genim  ji destpêka meha Hezîranê ve werdigire. Ji dema vekirinê ve û heta niha 10 hezar ton genim ji cotkarên herêmê girtiye.

Komîte xebatên teqîkirina nimuneyan û diyarkirina buhaya hilberînên genim û ceh li gorî kalîtebûnê didomîne. Hilberîna genim bi 160 lîreyên Sûriyê ji pileya baş û hilberîna ceh bi 100 lîreyên Sûriyê ji cureya baş werdigire. Buhaya hilberînê ber bi jêr ve ji her pileyekê re lîreyek Sûriyê kêm dibe.

Ajansa me serdana navenda depoyan kir. Cîgirê hevserokatiya Navenda Depoyên Dexl ê navçeyê Hesen Osman ji ajansa me re axivî. Osman destnîşan kir ku wergirtina genim ji destpêka meha Hezîranê ve destpê kiriye û ji wê demê ve 10 hezar ton hatiye wergirtine.

Girêdayî prosesa wergirtinê Osman got: "Prosesa wergirtinê baş dimeşe û cotkar jî hilerînên xwe radest dikin. Em girtekên pêwîst digirin û amade ne miqdarên mezin ji hilberînê werbigirin. Depoyên navçeyê têra 90 hezar ton dikin."

Li gorî berpirsê wergirtina hilberînan Salih Meimî, piraniya hilberîna ku ji cotkaran hatiye wergirtin ji pileyên sêyemînû çaremîn e. Pileya yekemîn û duyemîn gelek kêm in. Ji ber ku, ji ber rewşa hewayê gelek nexweşî di nav hilberînan de belav bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din