Depoyên genim ên Eyn Îsa tijî genim dibin

Rêjeya genimê ku tê depoyên genim ên navçeya Eyn Îsa ji nêvî derbas kiriye. Aliyên têkildar bang li cotkaran kirin ku hilberînên xwe yên genim bibin depoyên Şerkerakê.

Depoyên genim ên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî di destpêka meha Hezîranê de dest bi wergirtina genimê "Dokma" kir. Depoyên Eyn Îsa dikarin 10 hezar ton genim hilgire.

Piştî 8 rojan ji wergirtina genim, depoyên navçeyê heta niha ji sedî 70 rêjeya genim hilgirtiye. Rojane ji 800 heta 1000 ton genim werdigire.

Cotkarê bi navê Îd El-Ewed anî ziman ku wergirtina genim bê zehmet û bê pirsgirêk bi rêve diçe û got: “Pirsgirêka tekane ew e ku gel ji bo genimê xwe bifroşe li benda dorê dimîne û qelebalix çêdibe.”

Berpirsê wergirtina genim, jî got, piraniya hilberîn ji cotkaran hatine wergirtin. Ji ber ku hin hilberîn di encamên rewşa hewayê û nexweşiya zingarê de nebaş in.

Rêveberiya Xweser nirxên her kîloyek genim ji her çar astan 156 heta 160 L.S diyar kiriye û lîreyek ji her astekê kêm kir.

Berpirsê depoyên navçeya Eyn Îsa Îsmaîl Bozan diyar kir ku wan wergirtina hilberînan sekinandin, ji ber ku depo  tijî bûne. Bozan got, wan cotkarên navçeyê agahdar kirin ku bilberînên xwe sewqî depoyên Şerkerakê bikin.

Hêjayî bi bîrxistinêye ku depoyên Şerkerakê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de hatibûn talankirin di encamê de ji xizmetê derketibûn. Depo îsal ji aliyê Desteya Aborî ve hatin sererastkirin û dê di du rojên bê de dest bi wergirtina hilberînan ji cotkaran bikin.

Li navçeya Eyn Îsa 3 depoyên genim hene (Eyn Îsa, Sexrat û Şerkerak) hene. Depoyên Dihêzê ya girêdayî kantona Girê Spî ji bo wergirtina ceh hatiye veqetandin. Depoyên Eyn Îsa, Sexrat dikare 10 hezar ton û depoyên Şerkerak jî 120 hezar ton hilgire.

ANHA


Mijarên Din