Depoyên Kebkeyê rojane 2 hezar ton genim werdigirin

Hevserokên Meclisa Rêveber a Hêrêma Cizîrê li depoyên Kebkeyê yên li navçeyên Til Birak geriyan da ku amadekariyên wan ên wergirtina hilberînên genim û ceh bişopînin.

Cotkarên herêma Cizîrê di dawiya meha Gulanê de dest bi çinîna hilberînên çandiniyê kir û hê jî çinîn berdewam e. Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî tevahî depoyên herêma Cizîrê ku berheman wergirin, amade kirin.

Da ku amadekariya depoyên herêma Cizîrê tekez bikin, hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis û Nezîre Gewriyê gera şopandinê li depoyên Kebkeyê dest pê kir. Kesên lê kar dikin tekez kir ku rojane nêzî 2 hezar ton berhema genim tevî ku nû dest bi çinînê hatiye kirin jî werdigirin. Li rexê jî got ku dikarin rojane nêzî 2 hezar û 500 ton wergirin.

Rêveberiya depoyên Kebkeyê raber kir ku piranî genimên ku tên, ji cureya 4 û 3 ne, yên 1 û 2 pir kêm tên. Ew jî di encama nexweşiya zingarê de ye.

Di gera şopandina hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê de li gel karker û cotkarên ku tên depoyan, astengiyên di xebatê de tên pêşberî wan, nîqaş kirin. Cotkaran daxwaza sivikkirina bergiriyên rûtînî û pişta xwe tenê bidin belgeya komînê ji bilî xwestina belgeyên dîtir kir.

Lê li gorî karkeran diyar kiriye, qutbûna elektrîkê li depoyan bi awayekî bênavber astengiyan li pêş xebatê çêdike.

Ev sal jî ji salên dawiyê ye ku herêma Cizîrê bi sedema baranên dijwar tê re derbas dibe. Her wiha her hektarek 25-35 çewal dide.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya dest bi mewsima çinînê bê kirin, bihayên genim bi 160 û ceh jî bi 100 lîreyên Sûriyê diyar kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din