Depoyên Sefih 16 hezar ton ji hilberîna genim û ceh wergirt

Piştî ku cotkarên herêma bajarokê Sefih ê girêdayî herêma Serêkaniyê berhemê hilbirîna xwe çinîn, depoyên bajarok 16 hezar ton ji hilberînên genim û ceh wergirt.

Piştî şewatên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûne, di nav de herêma Serêkaniyê ya ku bi hezaran hektar ji hilberînên genim û ceh lê şewitîn, cotkarên herêmê dest bi çinîna hilberînên xwe kir.

Navenda depoyan a bajarokê Sefih di 26’ê Gulanê de deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina hilberîna ceh û di 2`yê Hezîranê de jî ji genim re vekir. Her wiha nirxên wergirtina her du hilberînan li gorî kalîtebûnê diyar kirin. Ji aliyekî din ve depoyan heta niha derdora 16 hezar ton ji her du hilberînan ji cotkaran wergirtine.

Nirxên wergirtina hilberînan ji aliyê kesên di warê çandiniyê de pispor in, li gorî kalîtebûnê hatin diyarkirin. Desteya Çandiniyê ya herêmê nirxa her kîloyek ji genim bi 160 lîreyên Sûriyê û ceh bi 100 lîreyên Sûriyê li gorî pileyên kalîtebûnê diyar kir. Nirx li gorî her pileyeke baş lîreyek Sûriyê zêde dibe.

Hevseroka navenda depoyên bajarokê Emel Musa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Emel destnîşan kir ku prosesa wergirtina hilberînan ji 26`ê Hezîranê ve dest pê kiriye û heta niha 16 hezar ton ji hilberînên genim û ceh wergirtine.

Emel destnîşan kir ku ew rojane 500 yan jî 600 ton genim li gel heman miqdarî ji hilberîna ceh pêşwazî dikin.

Emel wiha domand: "Prosesa wergirtinê baş dimeşe. Cotkarên herêmê hilberînên xwe radestî navendê dikin. Em jî miqdara hilberînê li gorî derfetan pêşwazî dikin."

Depoyên bajarokê Sefih dikarin derdora 9 hezar ton depo bikin, girêdayî wê Emel got: "Dema depo tijî bibe, dê navenda depoyên bajarokê El-Aliya ya girêdayî herêmê were vekirin. Lê hilberîna ceh, em wê bi çiwalan pêşwazî bikin. Ji ber wê em dikarin miqdarên mezin jê wergirin."

Emel destnîşan kir ku ew plan dikin civînên berfireh li dar bixin da ku awayên alîkariya şêniyên ku hilberînên wan hatine şewitandin, nîqaş bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din