Jinên di Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya şaxê Qamişlo de têkildarî koçberî û derketina ji welat, sedemên wê, bandora wan li civakî, bi taybet li jin û zarokan panelek li dar xist.
Panel li navenda Meclisa Navçeya Amûdê bi beşdarbûna rewşenbîr û nûnerên saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtin endama Buroya Jinên Rewşenbîrn a Yekitiya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê Huda Şêxmûs qala diyardeya koçberî, sedem û bandora wê li jin, malbat û civakî kir. Huda koçber pênase kir û ferqa wê ji hecre diyar kir. Her wiha sedemên wê yê dîrokî, bandora wê ya derûnî, aborî, çandî û siyasî li civakê destnîşan kir.
Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, bal kişand ku şer û nakokî civakî parçe dike, ji ber wê jinên koçber neçar dimînin ku di naa şert û mercên zor de bixebitin da ku malbata xwe xwedî bike. Beşdaran diyar kir ku şer civakê ji perwerde û zanebûnê bêpar dihêle.
Beşdaran destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hezaran sivîl koçber kirin.
ANHA