Dera dîsa kete rojevê..Nîşaneyên lihevkirineke nû heye

Bi nêzîbûna derbasbûna 10 salan li ser aloziya Sûriyê re, parêzgeha Derayê careke din dikeve rojevê. Hikumeta Şamê û Firqeya Çaram a alîgirê Îranê hêzên xwe li wir kom dike. Xiyas Neîse li ser mijarê dibêje: " Nakokiyên li Dera û başûrê Sûriyê, nîşaneyên hebûna lihevkirinekê di navbera Rûsya, Îran-hikumeta Şamê û dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ne. "

Rewşa Derayê ya xwedî stratejiyeke mezin careke din gur dibe. Dera, herêmên li başûrê Sûriyê bi paytexta wê Şamê ve girê dide. Ji bo gelek aliyên Sûriyê herêmeke girîng e. Ji ber ku nêzî Colan û sînorên Îsraîlê ye. Di şoreşa Sûriyê de ciheke taybet digere ji ber ku çirûska şoreşê ya bihara 2011`an lê dest pê kir. 

Piştî zêdebûna bûyerên kuştinê, hikumeta Şamê û Firqeya Çaran a alîgirê Îranê, sewqiyatên din şandin parêzgeha Derayê û gef li çekdarên li bajêr xwar ku çekên xwe yên sivîk û giran radestî hikumetê bikin. Ji ber wê parêzgeha Derayê careke din kete rojevê.

LIHEVANÎNÊN RÛSYAYÊ

Di aloziya Sûriyê de beşên mezin ji Derayê ketin bin kontrola komên çekdar. Lê piştî rawestandina desteka rojavayî û piştî ku Rûsya û Îsraîlê ketin navberê û lihevkirin di navbera hêzên ku mudexeleyên Sûriyê kirine de pêk hatin, hêzên hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê di Hezîrana 2018`an de hemleyeke leşkerî li başûrê Deryayê da destpêkirin. Hemle di destpêka Tebaxê de bi dawî bû û hêzên hikumeta Şamê beşên mezin li bakur rojhilatê Derayê kontrol kirin û piştre hemleyek ber bi sînorên Urdinê ve da destpêkirin.

Di hemleyê de Rûsya dan û standin di navbera hikumetê û nûnerên çekdaran de bi rêve birin. Ev dan û standin li bajarê Busra Şam a parêzgeha Derayê pêk hatin. Di dawiyê de herêmên ku hebûna saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê tê de hindik bûn yan jî tune bûn hatin avakirin. Hikumeta Şamê jî hewl dida bi çekdaran re lihev were da ku hebûna xwe ya ewlehî xurt bike.

Hêzên Ciwanên Sune (Qiwat Şebeb Sune) di Tîrmeha 2018`an de şertên Rûsyayê qebûl kirin, lê komên din ên li bajarê Dera, Tefes û hinek nûnerên sivîl ên ku tev li dan û standinan bûne, destpêkê şertên lihevanînê red kirin û wê bi “Şermî” wesifand. Lê her carê ku ev kom li dijî lihevanînan derdiketin, Rûsya û hikumeta Şamê asta êrişên xwe li dijî wan zêde dikirin û herêmên din kontrol dikirin. Ji ber wê komên çekdar di dawiyê de şertên Rûsyayê qebûl kirin.

Rûsya destpêkê bi komên çekdar re lihev kir ku saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê û hêzên wê yên leşkerî ku li derveyî van herêman bûn, wê operasyonên mezin pêk neynine. Lê lihevkirin rê da ku saziyên hikumetê yên sivîl mîna meclisên şaredariyan vegerin.

Bi lihevkirinên Rûsya çekdaran rewşa xwe ya ewlehiyê çareser kir û tev li Feyleqa Pêncan a alîgirê Rûsyayê bûn.

ŞAM QEBÛL NAKE TI HERÊM LI DERVEYÎ SERWERIYA WÊ BIMÎNE

Ruxmî ku lihevanînên Rûsyayê yên eşkere û veşartî, lê hikumeta Şamê têkildarî rewşa li başûrê Sûriyê ne razî bû û gelek caran bi rêya rayedarên xwe ev yek piştrast kir ku hikumeta Şamê qebûl nake tu herêm li derveyî serweriya wê bimîne.

Ruxmî van lihevanînan û derketina çekdarên ku lihevanîn qebûl nekirine ber bi Idlibê ve, lê teqîn, bûyerên kuştinê û hedefgirtina bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê ranewestîn.

Di Gulana 2020`an de, hikumeta Şamê bûyera kuştina 9 endamên polîsên xwecihî ji hêla çekdaran ve, bi kar anî û nuqteyên xwe yên li başûr rojavayê parêzgehê xurt kirin. Hikumetê yekîneyên din şandin herêmên di bin kontrola xwe de.

NÎŞANEYÊN OPERASYONEKE FIREH A HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Firqeya Çaram a alîgirê Îranê ku ji aliyê Mehir Esed ve tê birêvebirin di 20`ê Çileyê de sewqiyetên mezin ber bi parêzgeha Derayê ve şandin. Sewqiyat ji dehan tank, wesayîtên bi amûrên lojistîk barkirî û gelek leşkeran pêk hatin.

Firqeya Çaram bendên din li deverên Konsirwa ya li bajarokê Mizêrîb û benda Mesekên ava kirin û rê qut kirin û tevgera li bajêr rawestand.

Roja Duşemê, hêzên hikumeta Şamê û Firqeya Çaran ji komek rûspiyên parêzgeha Derayê xwestin ku 8 kesan radestî wan bikin an jî ber bi bakurê Sûriyê ve derxînin. Ji bo wê jî hikumetê 72 saet muhlet da rûspiyan da ku daxwazên wan bînin cih. Yan jî wê operasyoneke dijwar li dijî parêzgehê pêk bînin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku civîn bi beşdarbûna nûnerên Rûsyayê û polîsa leşkerî ya Rûsyayê li dar ket. Hêzên Rûsyayê gefa bikaranîna balafiran xwar heke daxwazên hikumeta Şamê heta dema eyarkirî nehatin pêkanîn.

Di vê çarçoveyê de muxalif û lêkolînerê siyasî yê Sûriyê Xiyas Neîse piştrast kir ku nakokiya li Dera û başûrê Sûriyê, nîşaneyên hebûna lihevkirinan di navbera Rûsya, Îran-hikumeta Şamê û dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ne. 

Neîse got: “Rejîm mîna Îranê pê dihese ku bi paşguhkirina rewşa li Derayê ji bo berjewendiyên Rûsya û Feyleqa Pêncan a alîgirê wê re her ku diçe ji bin kontrolê derdikeve. Her wiha hedefgirtina hêzên wê ji hêla çekdarên muxalif ve, rolek di kêmkirina asta kontrola wê ya li ser Derayê de lîst. Ruxmî ku hêzên hikumetê hewl dan derbasî Tefesê bibin, lê bi bin ket. Ji ber wê dîsa alîkariya rûsan dixwaze da ku rewşa li wir çareser bike.”

Neîse destnîşan kir ku Rûsya bi rêya lihevkirina bi Îsraîlê re hewl dide asta hebûna Îran û Firqeya Çaram, li hemberî xurtkirina hebûna milîsên girêdyaî Rûsyayê, kêm bike.

Neîse wiha pê de çû: “Rejîm di rewşeke pir lawaz de ye, lê ji ber ku pişta xwe dide hevalbendên xwe Îran û Hizbullah, dikare di sînorekî ji berê tengtir de dike Rûsya di projeya wê ya derxistina Îran ji başûrê Sûriyê û herêmên dîtir de, aciz bike. Ev yek li gorî berjewendiyên Amerîkayê jî ye”

Xiyas Neîse di dawiyê de destnîşan kir ku dewletên dagirker û mudexelkerên Sûriyê lîstokvanên sereke ne û sûrî bi tevahiya hêzên xwe yên leşkerî lîstokvanên şaxî ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din