Derbarê komploya 15‘ê Sibatê civînek ji şêniyên gundên Berav re hate lidarxistin

Meclisa bajarokê Eyn Dîwar der barê komploya navntewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ku ket sala xwe ya 21‘an civînek ji şêniyên gundên herêma Berav re lidar xist.

Civîn li gundê Selemiyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên gundên herêma Beravê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê hevserokê meclisa bajarkê Eyn Dîwar Sadiq Hac Yûnis axivî.

Sadiq anî ziman ku ji destpêka ku Rêber Abdullah Ocalan dest bi têkoşîna azadiyê kir ku banga mafên gelê Kurd û hemû gelên bidest û pêkanîna aştiyê kir pergalên desthilatdar ji bo girtina wî dest bi komployê kir.

Sadiq Hac Yûnis destnîşan kir ku ji ber girêdana gel a bi fikir û felsfeya Ocalan û pêkanîan wê li ser erdê kompla têk çû, sîstema ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, berhemên ramanê Ocalan e.

Hac Yûnis her got:  "15‘ê Sibatê reşek reş di dîroka gelê Kurd û hemû  gelên bindest de ye, di vê rojê de Rêberî hate girtin. Komplo bi girankirina tecrîdê û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e."

Hevserokê Meclisa bajarokê Eyn Dîwar Sadiq Hac Yûnis di dawiya axaftina xwe de got: "Slogana me berxwedan e, em ê têkoşîna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin, em bibin destek da ku êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibin û Ocalan azad bikin."

ANHA


Mijarên Din