Derbeyên Koalîsyona Erebî li herêmên Seida û Dalihê

Balafirên Koalîsyona Erebî herêmên cuda yên parêzgehên Sida û Dalihê bombebaran kirin. Li aliyekî din jî hêzên Hûsî hewl da bi dizî  êrîşên xwekujiyê li herêmên niştecihî yên li Sena û Hudeydayê pêk bînin.

Navenda çapemeniya girêdayî koma Ensarullah El-Hûsî li ser Twitterê ragihand ku balafirên Koalîsyona Erebî di 48 saetên dawîn de 17 derbe li herêmên cuda yên midûriyeta Ketav a rojhilatê Seidayê pêk anîn.

Li gorî Spûtnîkê, artêşa Yemenê diyar kir ku kuştiyên hêzên Hûsî di encama bombebaranên balafirên koalîsyonê yên li Ketavê de hene. Li rexê jî di 3 rojan de bê navber şer berdewam e.

Balafirên Koalîsyona Erebî parêzgeha Dalih a naverasta Yemenê bombebaran kir û 2 derbe li herêma El-Qerîn a midûriyeta Qeitebe ya bakur parêzgehê pêk anîn.

Li gor Erebiye Net, hêzên Hûsî roja yekşemê hewl da çalakiya xwekujiyê li hundirê bajarê Hudeydayê yê rojavayê Yemenê pêk bîne.

Girêdayî mijarê, çapemeniya leşkerî ya artêşa Yemenê anî ziman ku hêzên Hûsî bi dehan endamên xwe ji bo hewldana xwekujiyê li taxên niştecihî yên rizgarkirî li Senayê pêk bîn, şandin lê bê encam bû.

Hewldana xwekujiyên ji taxên niştecihî yên li bakur rojhilatê balafirgehê bi piştgiriya şerekî dijwar heta saetekê ajot û piştre li hember derbeyên artêşa Yemenê vekişî, dest pê kir.

Hûsiyan taxên rizgarkirî li kolana Senayê bi gelek roketên hewanê kirin hedef û li rex jî hewldana xwekujiyê hebû. Di encamê de gelek ziyanên madî rû dan.

Li aliyekî din jî, bajarê Tihêta yê li navenda midûriyeta başurê Hudeydayê rastî topbaranên dijwar ji hêla Hûsiyan ve, hat.

Li Yemenê ku xizantirîn dewletên Nîvgirava Erebî ye, ji 2014’an ve di navbera Hûsiyên bi piştgiriya Îranê û hêzên alîgirê serokê Yemenê Ebid Rebo Mensûr Hadî de, şer heye. Di Adara 2015’an de bi destwerdana Erebistana Siûdiyê ya serkêşiya koalîsyonê ya piştgiriya hêzên hikumetê, şer bilind bû.

(fr)


Mijarên Din