Derçûyên Zanîngeha Rojava, dest bi xebata li saziyên Rêveberiya Xweser kir

Derçûyên Zanîngeha Rojava li gorî branşên xwe dest bi xebata li saziyên Rêveberiya Xweser kir.

Zanîngeha Rojava di 2016’an de li Qamişlo  hat avakirin, tê de 8 fakulte hene; fakulteya bijîşkî, fakulteya endazyariya petrol û petrokîmya, endazyariya mîmarî (avahîsazî), fakulteya zanînstên perwerdê, fakulteya çandinî û fakulteya ziman û zanistên civakî.

Li gel wê jî du peymangeh hene; Peymangeha Bilind a Mîkatronîk û Peymangeha Rêveberî û Darayî. Niha jî zanîngeh xebata nûjenkirina fakulteya hiqûq û fakulteya zanistên olî, li aliyekî din jî xebata nûjenkirina beşa wêjeya erebî li fakulteya ziman û zanistên civakî û peymangeha çapemeniyê, dike.

Di zanîngehê de xwendekarên ji herêmên Efrîn, Cizîr û Firatê hene. Her wiha zanîngehê bi hevkariya bi saziyên Rêveberiya Xweser re hewl da derfetên kar ji xwendekarên ku zanîngehê bi dawî dikin re, dabîn bike û wan li gorî branşên zanistî li saziyan erkdar bike.

Di 2020’an de, nêzî 200 xwendekarên xort û keç tev li zanîngehê bûn û nêzî 70 xwendekarî zanîngeh bi dawî kir û piştre li sazî û daîreyên girêdayî Rêveberiya Xweser erkdar bûn.

Mihemed Ehmê ji xwendekarên ku fakulteya endazyariya Petrolê li bajarokê Rimêlanê bi dawî kiriye, wiha got: "Piştî me zanîngeh bi dawî kir, me dest bi xebatê kir. Ji bo min xewnek bû ku zanîngeh û peymangehê bi zimanê me werin vekirin da ku em xwe bi pêş bixin û mafên xwe yên hatibûn paşguhkirin û înkarkirin, ji nû ve bi dest bixin."

Ehmê li ser tecrûbeya xwe ya li dibistanê hikumeta Şamê de wiha axivî: "Min li dibistanên hikumeta Şamê jî xwendiye û min di navbera zanîngeha me û zanîngehên wê de cudahiyeke mezin dît. Li zanîngehên hikumeta Şamê tenê yek ziman hebû, lê li zanîngeha Rojava, me dît ku her kes bi zimanê dayikê diaxive."

Ehmê da zanîn ku Zanîngeha Rojava ji bo pêşxistina zanistê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xewnek bû.

Rojhilat Meim a ku beşa endazyariya petrolê li Zanîngeha Rojava bi dawî kiriye îşaret bi rola girîng a zanîngehan kir û wiha got: "Piştî bidawîkirina xwendina li zanîngehê, min yekser li bajarokê Rimêlanê dest bi xebatê kir û gelek hevalên min jî yên ku zanîngeh bi dawî kirin, niha li daîre û saziyên Rêveberiya Xweser dixebitin."

Xwendekar Rojîn Ebdî wiha got: "Êdî li gel me derfetek çêbû ku bi zimanê xwe biaxivin û perwerde bibin. Em niha li Zanîngeha Rojava li bajarokê Rimêlanê dixebitin û pêşeroja me piştî bidawîkirina zanîngehê heye. Em ji cîhanê re ispat dikin ku rola zanîngehên me ji bo pêşketina civakê girîng e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din