‘Derdora 100 şehîdên sivîl û bi sedan birîndar û nîşaneyên bi karanîna çekên deqexekirî’

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Serêkaniyê û gundên wê zêdetirî 555 birîndar û 100 şehîdên sivîl gihaştin Nexweşxaneya Lêgerîn. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku sedema hinek şewatan çekên qedexekirî ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel pêkanîna komkujiyan der heqê sivîlan de didomîne. Artêşa Tirk a dagirker nikarî di bajarê Serêkaniyê de pêşkeve çekên fosfor ên qedexekirî bi kar anîn.

Di encama hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi dehan birîndar û şehîdên sivîl dighêjin nexweşxaneyên bakurê Sûriyê. Ji van nexweşxaneyên ku birîndaran derman dikin, Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê ye.

Endamê rêveber ê Nexweşxaneya Lêgerîn Hesen Emîn diyar kir ku wan heta niha zêdetirî 555 birîndarên sivîl ji bajarê Serêkaniyê pêşwazî kirine û hejmara şehîdên sivîl gihaşt derdora 100 şehîdan.

Emîn destnîşan kir ku ya ku bala dikşîne, piraniya haletên ku ji bajarê Serêkaniyê gihaştine nexweşxaneyê zarok û temenmezin in. Piraniya wan di encama hedefgirtina bajar û gundan de bi balafiran û topavêjan birîndar bûne.

Emîn balkişand ser ku haletên şewatê yên ku dighêjin nexweşxaneyê tê texmînkirin ku sedema wê bikaranîna çekên qedexekirî ne û wiha domand: "Lewra em bang li tevahiya saziyên navdewletî yên girêdayî karûbarên mirovî dikin ku êrîşên Tirkiyê rawestînin û korîdorek mirovahiyê ji bo derxistina birîndar û şehîdan vekin. "

Emîn teqez kir ku her derengiyek rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vedike ji bo ku komkujiyan der heqê sivîlan de pêk bîne û wiha got: "Ev şer şerê qirkirinê der heqê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesibandin. Haletên ku dighên nexweşxaneyê ji tevahiya pêkhateyên herêmê ne ji Ereb, Suryan, Ermen û Aşûr in. Ev qirkirinek der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye."

Kêmbûna derman û alavên destwerdana lezgîn

Endama Heyva Sor a Kurd a bajarê Til Temirê Şêrîn Ismaîl Mihemed got alavên tenduristiyê û ambulans kêm in ji ber ku dewleta Tirk ne tenê sivîlan lê belê ambulans û xebatkarên tenduristiyê dike hedef.

(şx)

ANHA


Mijarên Din