'Derewên AKP’ê êdî diyar in û bêyî bidawîkirina dagirkeriyê çareserî ne pêkan e’

Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku îdîaykên AKP’ê êdî li ser kesî ne veşartîne. Her wiha bal kişand ser ku rejîma Tirkiyê ya faşîst krîza Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û rastiyan berovajî dike. Li aliyekî dîtir jî meclisê, daxuyaniya rayedarekî AKP’ê ku Efrînê rizgar kir û gelê Sûriyê ji nû ve vegerand Sûriyê, red kir.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji raya giştî re daxuyaniyeke nivîskî weşand. PYD`ê got daxuyaniyên namzetê AKP’ê yê hilbijartinên herêmî li Stenbolê Bînalî Yildirim ku îdia kiriye ku “Efrîn rizgar kir, teror jê derkir, nêzî 500 hezar welatiyê Sûriyê vegerandin Efrînê û dê Rojhilatê Firatê jî rizgar bike da ku 4 milyon Sûrî ji Tirkiyê vegerin Sûriyê”, red kir.

PYD`ê anî ziman ku careke dîtir rejîma Tirkiyê ya faşîst bi nûnertiya AKP’ê aloziya Sûriyê li gorî xwe bi kar tîne, vê carê jî li ser zimanê rayedarekî bi navê Bînalî Yildirim namzetê AKP’ê yê hilbijartinên herêmî li Istenbolê ye hate.”

PYD`ê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser vê xalê: “Em wekî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di demeke ku daxuyaniyên Bînalî Yildirim red û şermezar dikin, ji gelê Tirkiyê destpêkê, gelên Sûriyê û hemû pêkhateyên wê re tekez dikin îdîayên AKP’ê êdî ji kesî ne veşartîne û eşkere ne. Faşîsta Tirkiyê piştî berxwedana dîrokê ya 58 rojan domkiriye û hê jî didome, Efrîn dagir kir û bûye sedema koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen û her wiha piştî Efrîn dagir kir, kir warê çete û terorîstan, ev yek jî di rastiya AKP`ê de diyar e.”

PYD`ê anî ziman ku rizgarkirina Efrînê û vegera gelê Efrînê vegereke bi ewle û aram,  dirêj nake û wiha pê de çû: “Nîqaşa çareserkirina Sûriyê bêyî bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û terorî ne pêkan e.”

PYD`ê di berdewamiya daxuyaniyê  de bang li gelê Sûriyê yê li Tirkiyê kir ku tu derfetê  nedin AKP’ê ku fitneyan çêbike û got: “Em ji gelê Sûriyê re yê di kampan de bi bîr dixin ku li gor banga Rêveberiya Xweser biçin û daxwaza piştevniyê ji NY’yê bikin ku koçberên Sûriyê vegerin herêmên xwe yên ji teror û destpotan hatine rizgarkirin.”

PYD`ê di daxuyaniya daxuyaniyê de ev tişt got: “Em careke din soz didin gelê xwe ku planên Osmaniya nû li hember berxwedana gel û israra vegerandina xak û herêmên Sûriyê yên ji hêla rejîma Enqereyê yê destpot ve hatine dagirkirin û di serî de Efrîn a ku gava rastîn a çareserkirina aloziya Sûriyê ye, bi bin ketin."

(fr/kc)


Mijarên Din