Dergeha Sêmalkayê li ber vegera şêniyan hat vekirin

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê biryara derbasbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li herêma Başûrê Kurdistanê da. Şênî ji roja yekşema bê ve dikarin vegerin herêmên xwe.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên serdana Başûrê Kurdistanê kirine û ji ber Koronavîrusê li herêma Başûr asê bûne, dikarin vegerin herêmên xwe.

Dê deriyê Sêmalkayê ji 30’ê Gulanê heta 4 Hezîranê ji bo vegera şêniyan vekirî be.

Dergeha Sêmalkayê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye. Di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de rêveberiya dergeha Sêmalkayê çûn û hatina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe kiribû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din