Derhêner Baroj Akrayî: Huner li dijî şer, koçberî û rûxandinê disekine

Derhênerê sînemayê û nivîskar Baroj Akrayî got: "Li gel şerên li herêmê, lidarxistina mîhrîcanan pir girîng e. Ev çalakî wekî mûmekê ye ku welat ronî dike û piştrast dike ku jiyan dewam dike û em dijîn, divê cîhan vê yekê bibîne."

Pêşbirka di navbera derhênerên fîlmên beşdarî Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyî bûne de, dewam dike. Çalakiyên Mîhrîcanê di 21`ê Îlonê de dest pê kirin û dê heta 27`ê Îlonê bi pêşandana fîlmên kin û dirêj, dewam bike.

Ajansa nûçeyan a Hawarê, hevpeyvînek bi derhêner, nivîskar û helbestvanê Kurd û endamê Komîteya Biryardayînê ya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî Baroj Akrayî yê ji Başûrê Kurdistanê re, pêk anî.

Baroj behsa girîngiya lidarxistina mîhrîcanan û çawaniya pêşxistina sînemaya Kurdistanî û gihandina asta cîhanî kir û wiha got: "Huner bi giştî, bingehê avakirinê ye. Di hemû beşên hunerê de, divê tiştek ji rastiyê hebe. Ji ber wê yekê navê berhevkirin û berhemdariyê li hunerê dikin. Di aliyê nivîsê de em dibînin ku gelek nivîskar peyvan li pey hev rêz dikin û pê hastên xwe diderbirînin. Huner bi giştî li dijî şer, koçberî û rûxandinê ye."

LI GEL ŞERÊN HEYÎ, MÎHRÎCAN PIR GIRÎNG IN

Baroj Akrayî wiha domand: "Ji ber şer rûxandin çêdibe. Li gel şerên heyî li herêmê, mîhrîcan pir girîng in. Ev çalakî wekî mûmekê di şeveke tarî de ye. Çalakî piştrast dike ku jiyan dewam dike, em dijî û divê tevahî cîhan bibîne."

DIVÊ EM TÊGEHA SÎNEMAYA KURDISTANÎ NE YA KURDÎ, BI KAR BÎNIN

Akrayî di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê derhêner û sînemager sînemaya Kurdî bi pêş bixin û têgeha sînemaya Kurdistanî bi kar bînin û wiha lê zêde kir:. "Divê em têgeha sînemaya Kurdistanî bi kar bînin. Dema em têgeha sînemaya Kurdî bi kar tînin, em zimanê Kurdî teşwîq dikin û ne zimanê Kurdistanê. Em dizanin ku di roja îro de tu kes nabêje sînemaya Îngilizî, lê belê dibêjin sînemaya Amerîka, Brîtanî an Awisturalî. Her wiha nabêjin sînemaya Farisî, dibêjin sînemaya Îranî."

DIVÊ EM SÎNEMAYA KURDISTANÎ BIGIHÎNIN ASTA CÎHANÊ

Baroj Akrayî wiha diyar kir: "Divê sînemaya Kurdistanî bê pêşxistin da ku bigihîne asta cîhanê û azarên gelê Kurdistanê vebêje. Divê sînemaya Kurdistanî bale bikişîne û bikeve kûrahiya mijarê ne ku rastiya gelê Kurd derdixe. Ev hêvî dikin ku bigihîne asta tê xwestin."

NIRXANDINA FÎLMAN KAREKÎ HÊSAN E Û DI HEMAN DEMÊ DE ZEHMET E

Derhênerê Kurd li ser nirxandina fîlmên beşdarî Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyî bûne, wiha destnîşan kir: "Nirxandina fîlman karekî hêsan e û di heman demê de zehmet e. Hêsan e ji ber bingeh û avakirina sînemaya ji her kesî ve diyar e, zehmet e ji ber ku her kes xwedî nêrîneke hunerî ya taybet e û li ser wî esasî nirxandinê dike."

Baroj Akrayî di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku mîhrîcan mûmek be û welatê me ronî bike û ji zilm, rûxandin û şer rizgar bike û dengê civakê bigihîne tevahî cîhanê."

(cx)

ANHA


Mijarên Din