Deriyê Sêmalkayê dê rojane pêşwaziya 400 kesî bike

Gerînendeyê Têkiliyan ê Deriyê Sêmalkayê Baz Ehemd destnîşan kir ku wan dest bi pêşwazîkirina kesên li Başûrê Kurdistanê vedigerin, kirine û tedbîrên pêwîst ên li dijî Koronayê girtine.

Deriyê Sêmalkayê îro li pêşiya kesên ku ji Başûrê Kurdistanê vedigerin hat vekirin. Derî ji 14`ê Adara derbasbûyî ve ji bo tedbîrên pêşîgirtina li Koronavîrusê hatibû girtin û piştî biryara Rêveberiya Xweser   ya di 27`ê Gulanê de hate vekirin

Îro di saetên sibê de beşe yekem ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî tedbîrên pêwîst ji aliyê komîteyên tenduristiyê yên kantona Qamişlo ve hatin girtin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Di vê çarçoveyê de Gerînendeyê deriyê Sêmalka Baz Ehmed  diyar kir ku piştî biryara Rêveberiya Xweser derî li pêşiya şêniyên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê hate vekirin da ku vegerin herêmê.

 ‘KESÊN DIXWAZIN VEGERIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI BENDA BIRYARA HIKÛMETA BAŞÛR IN‘

Baz Ehmed destnîşan kir ku deriyê Sêmalka  ji îro 30‘yê Gulanê heta 4 Hezîranê dê pêşwaziya şêniyan bike, rojane dê 400 kesî pêşwazî bike, lê kesên dixwazin vegerin Başûrê Kurdistanê divê li hêviya biryarekê ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê bin heta ku wan pêşwazî bike.

'DIRÊJKIRINA DEMÊ BI BIRYARA RÊVEBERIYA XWESER VE GIRÊDAYÎ YE'

Der barê dema ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye diyarkirin da ku şênî vegerin Ehmed ev tişt got: "Şêniyên  ku li Başûrê Kurdistanê asê mane hejmara wan ne zêdetirî 2 hezar kesî ye. Ev dem têrê dike ku ew vegerin Rojava.  Biryara dirêjkirina demê girêdayî Rêveberiya Xweser e."

 ‘KESÊN GUMANA KORONAVÎRUSÊ LI SER WAN HEYE, DÊ TÊKEVIN KARANTÎNÊ DE'

Têkildarî tedbîrên tenduristiyê ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve têne girtin Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed wiha axivî: "Desteyê 3 tîmên tenduristiyê amade kiriye da ku tedbîrên pêwîst ji şêniyên li herêmê vedigerin bigre û wan dezenfekte bike.". Rojîn Ehmed anî ziman ku heger guman li ser tu kesî hebe dê derbasî navenda karantînayê bibe.

Rojîn Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger encam negatîf be dê 14 rojan di mala xwe de di bin çavdêriya rêveberiya komîna xwe û tîmên tenduristiyê bimîne da ku ji rewşa wan pişterast bibe."

Şêniyên ji Başûrê Kurdistanê vedigerin spasiya Rêveberiya Xweser kir ku derfet da wan û deriyê Sêmalkayê vekir da ku li malên xwe vegerin her wiha spasiya tîmên tenduristiyê kir ji ber tedbîrên pêwîst ji bo selamtiya kesên vedigerin, digre.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din