Dermanê Koronayê xweparastin e

Şêniyên bajarê Qamişloyê îşaret bi pêkanîna tedbîrên li hemberî Koronavîrusê kirin û gotin, derman xweparastin e.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dîroka 2'yê Tebaxê 30 rewşên vegirtina Koronavîrusê (Covid-19)  tesbît kir. Ji wan 2 kes baş bûn.  Sedama vegirtina vê nexweşiyê, ew  e ku şênî tedîbrên xweparastinê bi cih naînin.

DERMANÊ HERÎ BAŞ XWEPARASTIN E

Şêniyên bajarê Qamişloyê diyar kirin ku divê her kes xwe ji Koronayê biparêz e.

 Jina bi navê Esmaa Îsa ya ji taxa Xerbî bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê pêkbînin û got: "Dema derketina ji malê pêwîste her kes lepik û maskan bi kar bîne da ku xwe û tenduristiya derdora xwe biparêze. Ji ber ku Koronavîrusê ne vîruseke hêsan e.

Ji ber ambargoya li ser herêmê derfetên tenduristiyê têrê nakin. Pêwîste, her  kes xwe berpirsê parsatina xwe û parastina derdora xwe bibîne û tedbîrên xweparstinê yên wekî paqijî  û dezenfektekirinê pêk bînin. Her wiha di dema rewşên bi guman de aliyên pêwendîdar agahdar bikin.”

'VÎRUS NE HENEKEK E'

Şêniyê bi navê Ebdulselam Mihemed îşaret bi girîngiya xweparastina ji Koronavîrusê kir û ev tişt got: "Heta niha gelek kes difikirin ku virus derewek e û tedbîrên xweparastinê nagirin. Lê ev nêrîn şaş e, xeteriyê li ser tevahî civakê çêdike."

Mihemed axafina xwe wiha domand: “Heke rewşên vegirtina Koronavîrusê li herêmê zêde bibin divê Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li ser herêmê ferz bike. Ev yek jî dê azarên kesên ku debara xwe li ser karên rojane dikin, zêde bike. Lewra divê her kes tedbîrên paqijî û dezenfektekirinê pêk bînin, dema ji mal derketin lepik û maskan bi kar bînin û paqijya xwe û derdora xwe diqet bikin."

Emîna Abdullah a ji taxa Cûdî got, pêwîste şênî hemû tedbîrên xweparstinê bi cih bînin, paqijiya kesayetî û male dîqet bike û kombûnan çênekin.

ANHA


Mijarên Din