Dermanxaneya Navendî pêwîstiyên cotkaran peyda dike

Dermanxaneya navendî ya çandiniyê ya kantona Girê Spî pêwsîtiyên cotkaran ji hemû cûreyên derman bi buhayetekî guncaw peyda dike.

Gerînendeya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî di 30`ê Adarê de dermanxaneya çandiniyê ya navendî li bajarê Girê Spî vekir. Di dermanxaneyê de pêwîstiyên cotkaran ji derman, semad û tov bi buhayên gucaw tên peydakirin.

Dermanxane bi koordîneya Gerînendeya Çandiniyê dixebite. Dermanxane ruxsetên çandiniyê belav dike û dermanan ji cotkaran re bi deyn pêşkêş dike, bi taybet kooperetîfên çandiniyê.

Armanca vekirina vê dermanxaneyê buhayê dermanan diyar bike, derman û tovên ku li gelek dermanxaneyan peyda nabin, peyda bike. Heman demê de bi buhayê erzantir ji yên sûkê  bifroşe, şert û mercên cotkaran hêdan bike.

Projeyên pêşerojê

Gerînendeya Çandiniyê hewl dide navendên girêdayî dermanxaneya navendî li navçe û bajarokan li ser bingeha hevpar navendan vebike.

Gerînende plan dike ku beşek bi madeyên beyterî pispor vebike da ku çavdêriya warê sewalkariyê bike û pêwîstiyên wê peyda bike.

Lêçûna projeya Gerînendeyê

Ji bo vekirina projeyê Gerînendeya Çandiniyê 50 milyon lîreyên  Sûriyê diyar kir. Lêçûna vekirina dermanxaneyê gihaşt derdora 42 milyon û 102 hezar lîreyên Sûriyê. Pereyên mayî ji kirîna tavên pembo û garis re hate diyarkirin.

Berpirsê dermanxaneyê, endezyarê çandiniyê Mihemed Osman got: “Dermanxane tevahiya derman û pêwîstiyên çandiniyê peyda dike. Tevî ku tecrubeyan li ser hilberînan pêk tîne da ku nexweşiyên ku di nav de belav dibin bi riya endezyarên çandiniyên xwedî tecrube diyar bikin.”

Osman destnîşan kir ku buhaya dermanan li dermanxaneyê li gorî buhayên sûkan guncaw in û barê lêçûnan li cotkaran sivik dike.

Di Gerînendeyê de 3 endezyarên çandiniyê ji saet 8:00`an sibehê heya 3:00`an piştî nîvro dixebitin.

Gelek dermanxaneyên navendî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka Rêveberiya Xweser hatine vekirin. Ev dermanxane pêwîstiyên çandiniyê yên kalîte û bi buhayên guncaw peyda dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din