Derxistina cenazeyên qurbaniyên komkujiya Aqîbê ji bin kavilan bi dîmen û wêne

Şêniyên gundê Aqîbê û kadroyên Heyva Sor cenazeyên qurbaniyên komkujiya ku duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gund pêk anîne derxistin.

Komkujiyeke din li rêzesûc û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiya li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa bûne zêde bû, di encamê vê komkujiyê de ferdên malbatekê ku ji 3 kesan pêk tê bav, dê û keça wan a biçûk bûn qurbanî.

Şêniyên gundê Aqîbê û Heyva Sor a Kurd ji saetên sibehê ve cenazeyên sivîlan ji bin kavilan derxistin.

Li aliyekî din jî di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şêniyên bi navên Esmet Hemo, Cemîl Hemo, Mufîde Remzî Hesen ku ji gundê Kurzêlê yê girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî ne, birîndar bûn.

Ajansa ANHA’yê xebata  şêniyan û Heyva Sor a Kurd ên derxistina cenazeyan belge kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh komkujiyek li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê pêk anî, di encamê de 3 sivîl ji malbetekê bûn qurbanî. Her wiha duh şêniyan nikarî cenazeyên wan ji ber topbarana bênavber li ser gund dixistina.

(fr)

ANHA


Mijarên Din