Derya Remedan: Divê partiyên siyasî bibin yek û gefxwarinên Tirkiyê têk bibin

Derya Remedan teqez kir ku komîteya partiyên siyasî ku ji însyatîfa KNK – Rojava hatiye avakirin, di kar, lêkolîn û erkên xwe bi partiyên siyasî yên ku beşdarî însyatîfê nebûne re dewam dike, her wiha da xuya kirin ku di pêvajoya heyî divê tevgereke lezgîn bê kirin û divê partiyên siyasî berjewendiyên xwe bidin alî û bihev re bisekinin.

 Endama KNK – Rojava Derya Remedan da zanîn ku xebata wan ji bo yekkirina nerînên partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û wiha got: "Me gavên baş avêtin, ji bo danasîna armancên însyatîfê me serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî li herêmê kirin."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava di destpêka salê de hewl da yekrêziya Kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbike, da ku bi hev re li pêşiya xeteriyên li herêmê bisekinin, ji ber vê yekê di civîna ku di 1`ê Çileyê de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, însyatîf dest pê kirin, tê de komîteya lêkolîn û nîqaşan bi partî û rêxistinên Kurd re hate avakirin.

Derya Remedan destnîşan kir ku piştî serdan û nîqaşan bi partiyên siyasî re, 28 partî, rêxistinên siyasî û civakî tev li însyatîfê bûn û wiha dewam kir: "Me gelek civîn lidar xistin, 2 komîte hatin avakirin, komîteyek ji bo amadekirina reşnivîsa însyatîfê û diyarkirina nexşeya rê ji partiyên siyasî re ye, niha reşnisîv hate amadekirin."

Di berdewama axaftina xwe de Derya Remedan wiha got: "Komîteya din jî, komîteya danûstandinan û lêkolînan bi partiyên siyasî yên ku hîna beşdarî însyatîfa KNK`ê nebûne, ew komîteya heta niha di karê xwe de dewam dike, kar û xebata wê ji bo beşdarkirina partiyên mayî, didome, da ku tevlî insiyatîfê bibin û bi rola xwe di vê pêvajoya hesas de bilizin."

Derya da xuya kirin ku di rêzecivînên wan de, komîteyeke din ava kirin, erka wê amadekirina lidarxistina kongreyekê yan jî konferansekê, an jî civîneke berfireh ji partî û rêxistinên ku beşdarî însyatîfa KNK`ê bûne û wiha got: "Ev komîte berpirsyariya amadekirina rêznameya şeklê hevdîtina giştî dike û hejmara endaman tesbît bike, her wiha nûnerên çi ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl dibe, diyar bike."

Tê payîn ku partiyên însyatîfa KNK – Rojava vê hefteyê civînekê ji bo nîqaşkirina xebata hersê komîteyan lidar bixe.

Der barê mijarê, endama KNK – Rojava destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gefxwarinên cidî ji dagirkeriya Tirkiyê tê, divê gelê Kurd û partiyên siyasî bi yek bin.

Derya Remedan diyar kir ku Tirkiyê di gefxwarinên xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewam dike û wiha got: "Ji ber pêvajoya heyî, divê tevgereke lezgîn bê kirin û divê partiyên siyasî dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û bibin yek, bi wê yekê dê destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê parastin û li pêşiya gefxwarinên Tirkiyê bisekinin, her wiha mafên Kurd di destûra Sûriyê de tesbît bibe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din