Destana berxwedana Dêrna Qulingan a li hemberî zulma dewleta Tirk

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, li gundê Dêrna Qulingan a girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, hewl da dest deynin ser milkên gundiyan. Bi rêbazekî hovane zêdeyî 40 kes girtin. Lê bi yekîtiya pêkhateyên dewleta Tirk bi bin ket.

Dewleta Tirk a dagirker ku neviyên Osmaniyên xwînmij in, wê û bapîrê xwe hertim li ser dagirkirina welatên derdor xwe dane jiyîn. Dewleta Tirk di nava bêdengiyeke navdewletî de hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mirovahiyê binpê dike, xwe wekî wesyetkarê milkê xelkên herêmê dibîne û pêkhateyên wê wekî dijminê xwe dibîne. Ji ber vê yekê bahaneyan virde û wir diafirîne da ku binpêkirinan li dewletên cîranê xwe pêk bîne.

Şêniyên gundê Dêrna Qulingan a ku 18 km dikeve bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê bi bîr tînin ku çawa dewleta Tirk beriya zêdeyî 60 salan hewl da êrişî gund bike û sewalên gundiyan bi hinceta ku yên qaçaxçiyanin birevîne. Şêniyan li hemberî vê yekê berxwedaneke bêhempa raber kirin. Şênî dibêjin ku ew bi wê destana efsanewî û serkeftina wan a li hemberî Tirkan serbilind in. Ji ber ku ev serkeftin encama hevgirtina tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî ye.

Li gorî şêniyên di Tîrmeha sala 1955, leşkerên Tirk agir berdan zeviyên gundên Kerdîn ê ku 15 km dikeve bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê. Şênî dema ku bi lez berî dan cihê şewatê da ku agir vemirînin leşkerên Tirk, 42 kes ku di nav de 3 zarok hebûn bi hinceta ku qaçax in girtin.

Apê Sebrî Elî Ehmed (90) ji gundê Kerdîm e. Apê Sebrî yek ji rûspiyên eşîra Dermemkî ye û xwediyê zeviya ku Tirkan şewitandibû ye. Apê Sebrî wan kêliyan wiha bi bîr tîne: “Ez ber bi zeviyê ve çûn da ku bitefînin. Tevî ku cilên xewê li me  bûn leşkerên Tirk bi hinceta ku qaçaçîne em girtin. Piştî ku em hatin girtin, em birin gundê Barûdê yê bakurê Kurdistanê. Li wir efserekî Tirk bi navê Osman biryar dda ku êrişî gundê Dêrna Qulingan bike û milkên gundiyan bi hinceta ku qaçaxçîne talan bike.”

‘EFSEREKÎ TIRK Û 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN‘

Welatiyê bi temen Seyd Îsmaîl Seyd Osman ê ji gundê Dêrna Qunlingan li ser axaftina Apê Sebrî zêde kir û wiha got: “Leşkerên Tirk bi hinceta ku pezên me yên qaçaxçiyan e êrişî gundê me kirin. Piştî ku efser destûra êrişê ji hikumeta Tirk girt, êrişî gund kir. Hemû şêniyên gund çek rakirin û li hemberî leşkerên Tirk şer kirin. Di şer de efserê Tirk û 3 leşker hatin kuştin û yên din jî reviyan.”

Hinek kesên ku beşdarî berxwedanê bûne evin; Şamûn Morî yê Suryan ji gundê Bişêriyê, Mîrzayê Êzidî, Yûsif Haco, Xelîl Silê û Elî Mirêd. Apê Sebrî anî ziman ziman ku balafirên şer hewl dang gund bombe bikin, lê hedefa xwe şaş kirin, li şûna gundê Barûdê yê li beramberî Dêrna Qulinagan li ser herêma Barûnî yê li beramberî bajarê Qamişlo digeriyan.

‘ŞÊNIYÊN CIZÎRÊ HERIKÎN DÊRNA QULINGAN‘

Apê Seyid Îsmaîl bi bîr xist ku piştî belavbûna agahiya vê bûyerê bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê ji Dêrik heta Amûdê çekên ferdî hilgirtin û ji bo piştgiriyê berî dan gundê Dêrna Qulingan. Apê Îsmaîl destnîşan kir ku Yaqûbê Suryan û otobuseke şênî digihandin gundê Dêrna Qulingan.

Apê Sebrî her wiha diyar kir ku piştî belavbûna agahiyên kuştina efser û leşkerên Tirk, waliyê Tirk tevî bi hezaran leşkerên xwe bi berxwedana gund matmayî man ku gefa şoreşek mezin li dirêjahiya sînor li Tirkan xwar. Apê Sebrî got: “Malbata Haco bi serokkomarê Sûriyê yê wê demê Şikirî Qewletî re têkilî çêkir, wê demê walî daxwaza cenazeyê efeser û leşkerên xwe li beramberî agirbestê kir. Lê şêniyan banga berdana girtiyên sivîl ên ji gundê Kedrîm kirin, li ser vê yekê walî soza berdana girtiyan û sûnda "Rûmeta dewleta Tirk" xwar.  Piştî ku walî cenazeyên leşkerên xwe birin sozên xwe bi cih neanî û sivîl girtî man."

‘37 ROJAN LI DIJÎ WAN HER CÛRE ÎŞKENCE HATE KIRIN‘

Apê Sebrî Elî Ehmed diyar kir ku di wê navberê de leşkerên Tirk her cure îşkence li wan kirin û wiha pêde çû: “Em bi kuştina efserê Tirk tewambar dikirin, çixare li laşê me ve vedimirandin, ji ber îşkenceyê xwîn li erdê girtîgehê diherikî."

Piştî dighêjin bajarê Nisêbînê yê bakurê Kurdistanê leşkeran bi tawana ku sînor derbas kirine ew sewqî dadgeha leşkerî kirin.

 Apê Sebrî dibêje: "Dadwer li min da. Min jê re got tu dadwerî, ev nêzîkatî ne laqyiqî dadgehê ye. Bi hêrs bû û got ma tu parêzerî?"

Şêniyên herêmê bêdeng neman, ji hikûmeta Şamê ya wê demê xwestin ku girtî werin berdan û gefa şoreşek girseyî xwarin. Piştî 37 rojan girtiyên gundê Kerdîm hatin berdan.

Berxwedana gundê Dêrna Qulingan bû desteke mayînde, her tim li bîr e.

ANHA


Mijarên Din