Desteka Qeter û Tirkiyê ya ji çeteyan re eşkere dibe

Desteka Qeterê ji komên El-Qaîde yên li Sûriyê re, dewletên din û hevkariya bi Tirkiyê re kifş dibe. Herî dawî jî belgeyên Brîtanyayê desteka şîrketa Qeterê ya alîkariya çeteyên Cebhet El-Nusra kifş kir.

Rojnameya Yekitiya Îmaratê tekez kir ku belgeyên dozgeriyê yên Brîtanya desteka serokê rêveber ê şîrketa Mast a Qeterê, alîkariya Cebhet El-Nusra û El-Qaîdeyê kifş kir. Ev yek jî nîşana desteka saziyên li welêt ji terorîstan re ye.

Malpera Food Navigator a Brîtanyayê diyar kir ku belgeyên dozgeriyê li pêşiya dadgeha bilind a li Brîtanya tekez kir ku Miataz û Ramiz El-Xeyat, destê wan di dozê de heye, destpêkê tawanbar in û paşê jî ji ber 8 welatiyên Sûriyê doz li wan vekiribûn.

Her heşt welatiyên Sûriyê tekez kir ji ber kiryarên Cebhet El-Nusra ku rejîma Qeterê bi rêya şîrketên xwe destekê dide wan, kar û malên wan ji destê wan çûn, her wiha rastî îşkenceyên derûnî û fîzîkî hatin.

Malperê diyar kir ku her du bira Mutaz û Ramizê El-Xeyat ên Qeterî –Sûrî, serok û cîgirên serokê rêveber ên komên"Bawer a Navdewletî ya Destekdayînê" ne ku li Qeterê "Welatê Me" xwedî mezintirîn şîrketên mast in.  

Daneya ku hatiye pêşkêşkirin, diyar kir ku gilîkar rastî windahî, zirarên mezin ên derûnî, fîzîkî, wêrankirina mal û milkan, awatiya ji malên xwe yên li Sûriyê hatine, ev hemû jî ji ber destekdayîna her du birayan ku bi rêya Banka Dewhayê ya ku wek tawanbara sêyem tê dîtin, akîkariya ji koma El-Nusra re dikir, pêk hatine.

Gilînameyê li gorî malpera Brîtanyayê tekez kir ku destekdayîn hemberî pereyekî mezin bi rêya Banka Dewhayê ji hesabên Tirkiyê re yan jî ji Lubnanê were şandin, paşê pereyên xwe kişandin û bi rêya sîro derbasî Sûriyê kir û ji bo destekdayîna komên terorîst ên li Sûriyê hate veqetandin.

Hikumetê li pêşiya her 8 gilîkaran mafê diyarnekirina nasnameyan da.

Ji meha Nîsanê ve şîrketa Qeterê di berhemdayîna mast de, mezintirîn şîrketên li Qeterê û li bazara mast ji sedî 90 cih digire, her wiha ji sedî 50 li Qeterê şîr peyda dike û dest bi hinardekirina ji Afganistan, Yemen û Umanê re kiriye.

Çavkaniyên Swîsreyê jî tekez kir ku tişta ku rojnameya Lotan (El-Weqit) a Swîsreyê der barê poşmaniya Qeterê de di desteka sazî û kesên beşdarî komên terorê bûne, kifş kiriye, keda Ewropa-Rojava tê de heye û ev jî nîşana nixumandinê, rola Dewhayê di destekedayînê û di demên dawîn de hatine terorîstan ji cîhanê ye.  

Têkildarî mijarê 2 komîteyên Kongreya Amerîkayê bang li serokê berê Barack Obama kir ku der barê desteka Qeter û Tirkiyê ji kesên tundraw re, lêpirsînê veke.

 Seroka komîteyê yê şaxê kar û barên Rojhilatê Navîn û bakurê Afrîkayê di Kongreyê de, Elena Roslitenin got eşkere ye ku her du dewlet ji bo desteka komên terorîst, navendên sereke ne.

Li hemû welatan Qeter û Tirkiye bi destekdayîna ji komên çeteyên re, hevkar in û Qeter ji aliyê çek û darayî ve destekê dide û Tirkiyê jî bi rêya derbaskirina van çekan destekê dide terorîstan. Di heman demê jî Tirkiye liv û tevgera terorîstan li balafirgehên Tirkiyê hêsan dike.

(eh)


Mijarên Din