​​​​​​​‘Destekdayîna berxwedana Heftenînê erka tevahî Kurdan e’

Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku şervanên HPG`ê li Heftenînê berxwedaniyeke bê hempa dimeşînin û gotin: “Destekdayîna berxwedana Heftenînê erka tevahî Kurdan e. Heman demê de yekitiya niştîmanî bersiva hemû êriş û hemleyên qirkirinê ye.”

Dewleta Tirk a dagirker ku her car dibêje, wê çiyayên Kurdistanê dagirbike, nikare berxwedana gerîllayên Kurd bişkîne. Dewleta Tirk a dagirker ji 16’ê Hezîranê ve, bi alîkariya PDK’ê hem bi bejahî hem jî bi hewayî êrişî Herêmên Parastina Medyayê bi taybet jî herêma Heftenînê dike. Weke her car gerîllayên Kurd berxwedanek bê hempa li dijî dagirkeran dimeşînin.

Gerîllayên Hêzên Paratina Gel (HPG), li ku êrişek li ser Kurdan çêdibe li dijî wê êrişê disekinin. Di 2014’an de dema ku hevkarên dewleta Tirk a dagirker yanî çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengal, Mexmûr û bajarên başûrê Kurdistanê kirin, hêza tekane ya li hember êrişan sekinî HPG bû. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi girîngiya xurtkirina berxwedanê, xurtkirina yekitiyê kirin.

Elwan Ebas ê ji bajarê Qamişloyê, îşaret bi  berxwedana HPG`ê û gelê herêmê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: "Divê pêkhateyên herêmê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dewleta Tirk û pilanên wê yên li herêmê yek dest bin û berxwedanê xurt bikin.”

‘TIRKIYE HEMÛ PÊKHATEYAN DIKE HEDEF’

Elwan Ebas destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê pêkhateyekî dike hedef û wiha axivî: “Em bang li hemû pêkhateyan dikin ku li hember êrişan yekitiya xwe xurt bikin, rêya têkoşîn û berxwedanê bişopînin. Her wiha em  bang li rêxistinên navnetewî û NY`yê dikin ku derbarê sûcên dewleta Tirk pêk tîne de, ji bêdengiya xwe derkeve.”

Welatiyê bi navê Mahir Hisên diyar kir ku berxwedana gelê Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk didome û wiha axivî: "Divê gelê Kurd li hember dewleta Tirk destekê bide bexwedana Heftenînê. Divê gelê Kurd baş zanibe ku êrişên dewleta Tirk hebûna wan dike, lewra divê demildest yekitiya xwe ava bikin. Ev çend salin em banga yekitiyê dikin. Bi yekitiyê em ê bersiva hemû êriş û hemleyên qirkirinê yên li dijî xwe, bidin."

‘DÊ BERXWEDANA HEFTENÎNÊ DI DÎROKÊ DE WERE NIVÎSÎN’

Welatiyê bi navê Salih Umer jî tekez kir ku şervanên HPG`ê li Heftenînê berxwedaneke bê hempa dimeşînin û wiha axivî: “Divê her ferdeki Kurd destekê bide vê berxwedanê. Ev berxwedan dê di nava rûpelên dîroka gelê Kurd de were nivîsandin. Em weke gelê Kurd baş zanin ku di şoreşa me de tu kes destekê nade me. Ji ber wê divê em yekitiya xwe ava bikin, destekê bidin berxwedana Heftenînê û pilanên dewleta Tirk têk bibin."

Di dawiyê de Salih Umer pişterast kir ku tu kes nikare hebûna gelê Kurd tine bike, gelê Kurd ji beriya çend sedsalan têdikoşe û dê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din