Desteya Aborî  û Çandiniyê 22 navend ji bo kirîna hilberîna genim diyar kirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser 22 navend ji bo depokirina 650 hezar ton, kirîn û wergirtina 500 hezar ton genim ji cotkaran diyar kir.

Bi hatina mewsima çinînê re Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên depokirina hilberînê amade kirin. Her wiha kadroyên pispor û çavdêr ji bo şopandina mekanîzmeya wergirtinê diyar kirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser ji destpêka biharê gelek tedbîr girtin ji bo ku hilberînê ji şewatên mîna ku di sala borî de çêbûne, biparêze. Di encama şewatên sala borî de derdora 435 hezar û 550 donim zeviyên herêmê şewitîn.

Li gorî her herêmekê dê xebatên wergirtina hilberîna genim destpê bikin. Li herêmên Firatê, Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê dê wergirtina hilberînê ji 27`ê Gulanê ve destpê bikin. Li deverên herêma Cizîrê dê wergirtin di 1` Hezîranê de destê bike.

Hilberîn li gorî belgeya ku yekîneyên şêwirên çandiniyê dane, her yek li gorî herêma xwe, dê ji cotkaran were wergirtin. Piştre cotkar dixwaze biçe kijanê navend dikare hilberîna xwe bibe wir.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Aborî  û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo got: “Deste dê îsal tenê 500 hezar ton genim bikire. Ji ber ku hîna hilberînên depokirî ji salên borî hene. Bi taybet tov û ard.”

Barûdo destnîşan kir ku ji ber buhabûna çewalan, tê hilberînê bi rêbaza dukme yanî bi kamyonan werbigirin. Da ku lêçûnê li ser cotkaran sivik bikin. Tenê di navendekê Dêrazorê wergiritin dê bi çewalan be.

Barûdo bal kişand  ku 22 embar û navendek ji bo depokirina genim li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda hatine diyarkirin. Barûdo diyar kir ku ew navend hatine paqijkirin, dezenfektekirin û bi kadroyên pispor û çavdêr ji bo şopandina mekanîzmeya wergirtinê hatine amadekirin.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê navendên ku dê hilberînê werbigirin wiha ne:

Herêma Cizîr;

Kantona Qamişlo: Dêrik (navendên Dêrikê, Girziyaret, Berûş û Til Alo)-Tirbespiyê (navendên Tirbespiyê û Til Marûf)-Qamişlo (embarên Qamişlo)- Amûde (navendên Amûde, Hitîn, Kibka)

Kantona Hesekê: navendên Hesekê, Til Hecer û Xiwêran.

Herêma Firatê;

Navendên Kobanê-Celebiye, Rovî û Eyn Îsa.

Minbic: navenda Minbicê.

Reqa: navendên Sehlebiye, Bedir, Rafqa, Kebiş û Şinîne.

Dêrazor: navendên 10 km2, Mehlec û 7 km.

Tebqa: navenda El-Bû Asî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihaya kirîna kîloya genim bi 225 lîreyên Sûriyê diyar kiribû. Her wiha rê li pêşiya cotkaran vekir da ku kîloya hilberîna ceh bi 150 lîreyên Sûriyê bifroşin bazirganan.

Lê ji ber ku nirxa lîreya Sûriyê li bermaberî dolar ne aram e, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ji deste û komîteyên aborî û çandiniyê û yekitiyên cotkaran xwest ku carek din li bihaya kirîna hilberîna genim vegere û encamên xwe diyar bike. Da ku li gorî wê civînek fireh li dar keve da ku bihayek guncew diyar bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din