​​​​​​​Desteya Aborî û Çandiniyê miqdarê ceh û genim ên wergirtiye, diyar kir

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo miqdarê genim û cehê ku desteyê ji cotkaran wergirtiye, diyar kir. Her wiha destnîşan kir ku wergirtin di dema niha de tenê li 3 navendan pêk tê.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo der barê miqdarê genim û cehê ji cotkaran wergirtiye, sedemên derengmayîna dayîna fatoreyan li hindek herêman û planên desteyê li ser miqdarê wergirtiye de ji ANHA`yê re, eşkere kirin.

Rêveberiya Xweser zêdetirî 22 navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku berhemên çandiniyê ji cotkaran wergire vekirin û destpêka meha Hezîranê de dest bi wergirtinê kir.

'WERGIRTIN TENÊ LI 3 NAVENDAN PÊK TÊ'

Selman Barûdo diyar kir ku wergirtin niha tenê li 3 navendan pêk tê, du navend li herêma Cizîrê "Depoyên Hesekê û navenda Xiwêran" û navenda El-Bûasî li bajarê Tebqayê.

Selman Barûdo destnîşan kir ku ji ber lawazbûna wergirtin û dagirtina navendan, wergirtina li navendên din hate sekinandin.

Selman Barûdo got her sê navendên mayî heta niha berheman ji cotkar û bazirganên li herêmên Rêveberiya Xweser werdigirin, her wiha bal kişand ser ku hindek navend qebûl nakin ku berheman ji bazirganan wergrin ji ber ne başbûna berheman an jî tevlîkirina berhemên baş û nebaş di nava hev de.

HETA NIHA ZÊDETIRÎ 450 HEZAR TON GENIM Û 105 HEZAR TON CEH HATINE WERGIRTIN

Li gorî Selman Barûdo, heta niha Desteya Aborî û Çandiniyê zêdetirî 450 hezar ton genim û zêdetirî 105 hezar ton ceh li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wergirtine.

JI BER GILIYÊN COTKARAN, 4 ROJ JI BO SERFRKIRINA FATOREYAN HATIN DIYARKIRIN

Der barê serfkirina fatoreyan de Selman Barûdo wiha axivî: "Di hefteya destpêkê ji serfkirina fatoreyan de, tu pirsgirêk û astengî dernektin. Em neçar man serfkirina fatoreyan hefteyekê bisekinînin da ku fatoreyên ceh werin serfkirin. Ji ber wê jî zext li komîteyên pêwendîdar hat kirin û serfkirina fatoreyên genim dereng ma."

Selman Barûdo destnîşan kir ku ji ber giliyên cotkaran ji bo derengmayîna serfkirina fatoreyên genim desteyê 4 roj di hefteyê de diyar kirin (yekşem, duşem, çarçem û pênşem) beriya wê jî du rojan di hefteyê de fatore dihatin serfkirin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Hezîrana derbasbûyî buheyê 1 kîlo genim bi 17 sentan li beramberî lîreya Sûrî diyar kiribû.

Der barê plana desteyê ji bo berhemên wergirtine de dê pêwîstiya ji aş û firnan re peyda bike, tovan dezenfekte bike da ku wan paşê li cotkaran belav bike û tişta mayî ber bi herêmên din ên Sûriyê ve bişîne.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku dê der barê tişta zêde ji berheman de di demên pêş de nîqaşan bikin.

bx

ANHA


Mijarên Din