Desteya Aborî û Çandiyê ji bo parastina werza çandiniyê hin perspektîf derxistin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê bang li hemû şêniyan kir ku li gorî tedbîrên parastina werza çandiniyê tev bigerin, dûvikên cigareyan neavêjin û di vê demê de gilêşê neşewitînin, her wiha 24 saetan nobetdariya erdê xwe bikin.

Di çarçoveya tedbîrên parastina werza çandiniyê li herêma Cizîrê de, Desteya Aborî û Çandiniyê ji bo hişyarkirina şêniyan di dema çinînê de, belavok belav kirin. Di belavokan de hate gotin ku divê dûvikên cigareyan neavêjin, şênî nobeta erdên xwe bikin û dewriye bên zêdekirin.

Navaroka belavokan wiha ye: "Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ji ber şer, terorê û siyasetên zordariyê yên birçîkirina gel armanc dikir, me gelek azar kişand. Lê belê bi piştevaniya gel ji biryar û siyasetên Rêveberiya Xweser re me gelek astengî derbas kirin. Ji ber heman sedeman, mixabin em îro bi destpêkirina werza çinîna ceh û genim re em aloziyeke aborî dijîn. Werza çinînê li ber xeteriya şewitandinê ye."

Desteyê wiha daxuyand: "Lewra divê em alîkarî û piştgiriya hev bikin da ku em li dijî van êrişan bisekinin û debara gelek malbatên xizan nexin xeteriyê. Her wiha divê em wekî malbatekê tevbigerin û kar bikin da ku em pêşeroja welatê xwe biparêzin."

Ji bo pêşîlêgirtina şewatan, Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê bang li şêniyan ku pabendî van perspektîfan bin:

-Dûvikên cigareyan di pencereyên erebeyan re neavêjin.

-Şûşeyên vala di pencereyên erebeyan re neavêjin.

-Divê cotkar û malbat 24 saetan nobeta erdên xwe bikin.

-Ji bo parastina mal û milkên şêniyên gundan ji şewatê bên parastin, divê tedbîrên pêwîst li dor gundan bên girtin.

-Nabe gilêş li nêzî erdên çandiniyê bên şewitandin.

-Divê zarok dûrî tiştên ku şewatên di erdên çandiniyê de derdixin, bikevin û bên hişyarkirin.

-Divê hemû xwediyên erebe, traktor û patozan hişyar bin ku di dema di nava erdên xwe  de kar dikin şewatê dernexin û di rêyên teng re neçin.

-Divê carûdên çandiniyê û xezanên avê di her traktorekê de hebin da ku di rewşên şewatê de bi lez destwerdanê bikin.

)cx)

ANHA


Mijarên Din