Desteya Aborî plana piştgiriya bi cotkaran re eşkere kir

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Selman Barûdo got: “Kargeha zuhakirina garisê zer li Reqayê di demeke nêzî de wê bikeve xizmetê, di saetekê de 45 ton berhem bide.”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo xebatên desteyê yên di vê demê de ji ANHA'yê re diyar kir.

Barûdo diyar kir ku kargeha zuhakirina garisê zer li Reqayê ji nû ve tê amadekirin, dê ji bo mewsima zivistanê piştevaniya cotkaran bikin û destekê bidin cotkarên ku zeviyên wan şewitîne.

LI REQAYÊ KARGEHA ZUHAKIRINA GARISÊ ZER TÊ SERERASTKIRIN

Barûdo got: “Şirketa Pêşxistina Civaka Aborî ji beriya 20 rojan xebatên jinûve amadekirina kargeha zuhakirina garisê zer li bajarê Reqayê daye destpêkirin û dê di nava 30 rojan de bi dawî bibe. Lêçûna jinûve amadekirina kargehê 310 dolar e. Kargeh dê mewsima îsal a garisê zer ji cotkarên Reqa, Tebqa û deverên girêdayî wan bigire. Kargeh dikare di saetekê de 45 ton berhem bide. Îsal girêbest di navbera cotkarên garisê zer û Saziya Zêdkirina Tov de hene. Li gorî girêbestê cotkar dê tov û sedamê ji dema çinînê heta radestkirina şirkete, werbigrin. Li gorî plana çandiniyê dê rûbera çandina garis berfireh bibe, rûber dê ji aliyê komîteyên çandiniyê ve li her herêmekê were diyarkirin.”

Hevserokê Desteya Çandinî û Aborî destnîşan kir ku domandina qutkirina avê ji aliyê dewelat Tirk a dagirker ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê encamên wê li ser çandinî û aboriya herêmê bike.

Barûdo plana desteyê ji bo mewsimê çandiniyê yê zivistanî eşkere kir û wiha domand: "Ji bo xirbalkirin û dezenfektekirina tov  dê navendên depokirinê werin amadekirin ku dê komteyên çandiniyê xirabal bike û dezenfekte, ji destpêka cotmehê ve radestî cotkaran bike. Têkildarî plana destekdayîna cotkaran ên dixwazin bi Saziya Zêdekirnina Tovan re girbestê çêbikin, dê tov û semad bi deyn li cotkaran werin belavkirin ta berhem werbigirin û deynên xwe bidin."

DAGIRKERAN 120 DONIM ZEVÎ ŞEWITANDIN, BIRYARA PIŞTGIRIYÊ TÊ LÊKOLÎNKIRIN

Selman Barûdo destnîşan kir ku ji ber tedbîrên Rêveberiya Xweser, weke sala borî zirarek mezin negihişt cotkaran, tenê zeviyên li herêmên bi dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re sînorin, hatin şewitandin.

Selman Barûdo got: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 120 hezar zeviyên çandiniyê ji Kobanê li aliyê rojava heta Til Temirê şewitîn. Piraniya wan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin şewitandin.  Heta niha tu biryar ji bo piştgiriya bi cotkarên ku zeviyên wan hatine şewitandin re, nehatiye girtin. Lê serjimarî û tabloya kesên ku ziyan dîtine, têne lêkolînkirin. Dê piştî wê biryar bê dayîn.”

ANHA


Mijarên Din