Desteya Aboriyê dê hezar agirkujan radestî Komîteya Rewşên Awarte bike

Desteya Aboriyê ya Herêma Cizîrê dê hezar agirkujan radestî Komîteya Rewşên Awarte bike da ku cotkar pê zeviyên xwe ji şewatan biparêzin.

Beşa Çandiniyê ya Desteya Aboriyê ya Herêma Cizîrê, hezar agirkujên bi destan têne bikaranîn, dê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Cewherî yên di Komîteya Rewşên Awarte de bike. Komîte jî dê radestî cotkaran bike da ku pê zeviyên xwe ji şewatan biparêzin.

Cîgirê Beşa Çandiniyê Mehmûd Mihemed der barê mijarê de wiha got: "Em ê hezar agirkujên bi dest dixebitînin, radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Cewherî bikin ku cihê xwe di Komîteya Rewşên Awarte de digirin. Di belavbûna agirkujan de em ê giraniyê bidin zeviyên li nêzî sînorê Tirkiyê. Li kantona Hesekê em ê li cotkarên Til Temir û gundewarên Serêkaniyê  belav bikin, ji ber ku şewat ji aliyê çeteyan ve tên pêxistin."

Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd Mihemed got: "Em bi hêvî ne şênî ji me re alîkar bin, tiştê ku em ji gelê xwe dixwazin, ew e ku hişyar bin ger tiştekî biguman derket bila berê xwe bidin hêzên ewlehiyê da ku zirara ku me di sala 2019`an de dît, em di vê salê de jî nebînin"

Di sala borî de bi hezaran hektarên zeviyên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitîn. Rêveberiya Xweser îsal gelek tedbîr girtin da ku rê li pêşiya van şewatan bigirin. Tedbîra yekemîn avakirina Komîteya Rewşên Awarte ye û ji endamên 6 saziyên Rêveberiya Xweser pêk tê; Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên meclisên bajaran, Hêzên Parastina Cewherî, Komîteya Aborî (Gerînendetiya Çandiniyê), Yekitiya Cotkaran û Şaredariyên Gel.

ANHA


Mijarên Din