Desteya Çandê: Gef li ser 40 cihên şûnwarî hene

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fikarên xwe anîn ziman ku 40 cihên şûnwarî yên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê komên çete yên artêşa Tirk a dagirker ve rastî dizîn û wêrankirinê werin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji bo raya giştî weşand û bang li aliyên pêwendîdar û saziyên fermi yên navdewletî û UNESCO kir, demildest ji bo misogeriya selametiya cihên şûnwarî tev bigerin da neyên dizîn û wêrankirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat:

``Bi dirêjahiya sal û nîvekê ji desthilatdariya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê ya Sûriyê, gelek kiryarên dizîn, talankirin û wêrankirinê derheqê pir cihên şûnwarî û çandî yên girîng û dîrokî de, pêk hatin.

Niha zêdeyî 40 cihên şûnwarî li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî hene û gef li ser wan cihan heye ku ji aliyê komên çeteyên dagirkeriya Tirk ve werin dizîn û wêrankirin û şûnwarên şaristaniya Sûriyê were talankirin.

Ev cihên şûnwarî wek dayika cihên şûnwarî yên Sûriyê tê hesabkirin, wek: Til Helef, Til El-Fixêre, Kurê Spî, Hemam El-Tirkiman, Bajarê EL-Far, Til Xiwêre.Li tevahiya van cihên şûnwar pêştir şendeyên şûnwaran ên cor bi cor ên Holenda, Almaniya û Sûriyê li ser dixebitin.

Em bang li aliyên têkildar û saziyên fermîê û nevdewletî dikin, di serî de UNESCO ku demildest tev bigerin û selametiya van cihên şûnwarî misoger bikin û ji dizîn û talankirina li ser destên komên çeteyên ku Tirkiyê destek dide wan, biparêzin.Van cihên şûnwarî wek şûnwarên şaristaniyê û milkê tevahiya gelan tê hesab kirin.``

(rr)

ANHA


Mijarên Din