Desteya Çandê hezar pirtûk diyarî parka Xwendinê kir

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê hezar pirtûk diyarî pirtûkxaneya parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo kir.

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê hezar pirtûk ji 500 sernavî diyarî pirtûkxaneya parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo ya girêdayî Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê kir.

Pirtûkên ku desteyê diyarî pirtûkxaney parkê kirine mijarên dîrok, felsefe, zanist, wêje, romanên bi zimanê Kurdî, Erebî û cîhanî, helbest û kurteçîrok bûn.

Desteyê wekî gaveke ji bo pêşxistina pirtûkxaneyê parkê û rola wê ya di teşwîqkirina civakê li ser xwendinê de pirtûk diyar kir.

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di 1‘ê Sibata 2019‘an part û pirtûkxaneya Xwendinê li bajarê Qamişlo vekir.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Ebûd Meqso spasiya Desteya Çandê kir û bang li hezkiriyên xwendinê kirin ku serdana pirtûkxaneyê bikin.

ANHA

 


Mijarên Din