Desteya Çand û Hunerê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê der barê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî de daxuyaniyek da û gefên dewleta Tirk şermezar kirin.

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê der barê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê desteyê Rêzan Nasan ve li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, armanca wê ew e ku destkeftiyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ve hatine bidestxistin, serkeftinên li dijî terorîstan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Desteyê gefên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navdewletî şermeza kirin, her wiha bang li raya giştî ya cîhanî kir ku kiryarên bi vî awayî yên derexlaqî û dermirovî ku armanca wan impratoriya Osamî li ser hesabê nirxên gelên herêmê ava bike, rawestîne. Desteyê diyar kir ku ew ê dengê xwe bilind bikin, li ber xwe bidin, di yek rêzê de bi hezên QSD`ê re li dijî gefên li ser herêmê bisekinin.

Di dawiyê de dirûşmên “Bijî Sûriya azad”, “Bijî QSD” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Li kantona Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bicihkirina hêzan li ser sînor, çalakî, xwepêşandan û çalakiyên mertalên zindî li ser sînor têne lidarxistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din