Desteya Çand û Hunerê sersaxî ji malbata hunermend Saîd Yusif re xwest

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata hunermendê Kurd ê mezin Saîd Yusif ê ku bi navê Mîrê Biziq dihat naskirin, sersaxî ji gelê Kurd û malbata wî re xwest.

Desteya Çand a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata hunermend Saîd Yusif sersaxî ji malbata wî, gelê Kurd û şêniyên bajarê wî Qamişlo re xwest.

Desteyê destnîşan kir ku ew ji ber wefata hunermend Saîd Yusif gelek xemgîn e.

Desteyê bibîr xist ku hunermend Saîd Yusif rolek mezin  di pêşxistina muzîka Kurd de lîstiye. Her wiha ji ber xebatên xwe gelek xelat wergirtine. Bi stranên xwe pirtûkxaneya strana Kurd dewlemend kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din