Desteya Hundirîn: Biryara qedexeya derketinê ji sedî 80 pêk hat

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku qedexeya derketinê di roja xwe ya yekemîn de ji sedî 80 pêk hat û destnîşan kir ku di rewşên binpêkirinan de dê hesab were xwestin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rê girtina li ber vîrûsa Koronayê ku bûye pandemiya global biryar da ku ji îro saet 06:00‘an biryara qedexeya derketina derve dikeve meryetê. Rêveberiyê destnîşan kir ku qedexe dê 15 rojan dewam bike û dibe were dirêjkirin.

Li ser mijarê Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hec ji ANHA‘yê re axivî û got: "Biryara qedexeya derketinê îro sibeha ket meryetê, beriya wê çûn û hatina nava bajar û rêveberiyên xweser û sivîl hatin qedexekirin. Di saetên serê sibehê de hin rewşên awaret hebûn, mîna nexweşî, rewşên cotkaran, navendên awarte, şaredarî û ragihandin."

Heco destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya trafîkê ji bo pêkanîna biryara qedexeya derketinê  gelek tedbîr girtine, dewriyeyan pêk tînin û bendan li kolanên giştî û şaxî danîne.

Derbarê asta pêkanîna biryara qedexekirina derketina derve di roja yekemîn de Elî Heco got: "Şêniyên me di roja yekemîn de ji sedî 80 biryar pêk anî. Hin binpêkirin hebû, lê hêzên me ji bo parastina şêniyan û gelê me bi hêsanî nêzîk bû. Hêzên me ji niha û şûnde dê bi cidiyet li hemberî mûxalefetan tevbigerin."

Heco got ev biryar ji bo tevgera kêm a şêniyan da ku pêwîstiyên xwe yên jiyanî ji nav, xwarin bi cih bînin, di nava xwe de nagire, şêniyê dikarin di saetên serê sibehê pêwîstiyên xwe bi cih bînin, her wiha rewşên nexweşiyê di nav xwe de nagire.

Li ser girtekên li dijî binpêkirina biryar Heco ev tişt anî ziman: "Di rewşên binpêkirinan de dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hesab bixwaze, kesên biryaran binpê dikin dê were girtin û sewqî dadgehê were kirin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco bang li şêniyan kirin ku ji bo parastina xwe li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevbigerin. Her wiha bang kir ku piştgiriyê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nexweşiyê cidî bigirin.

ANHA

 


Mijarên Din