Desteya Hundirîn: Divê her kes li gorî biryar û perspektîfên şaneya aloziyê tev bigere

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê îşaret pê kir ku divê xwediyên hemû dıkanên bazirganiyê, qehwexane, kafeterya, navendên înternetê, salonên sporê yên girtî li gorî biryar û perspektîfên şaneya aloziyê ya herêma Cizîrê tev bigerin.

Şaneya aloziyê ya herêma Cizîrê duh gelek biryarên girîng ji bo pêşî li belavbûna vîrusa Korona bigırin, girtin, ji wan biryaran jî girtina qehwexane, kafeterya, navendên ku mirov li wan kom dibin, kişandina nargîleyê, navendên înternete û salonên sporê ne.

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê bang kir ku her kes li gorî biryar û perspektîfên şaneya aloziyê tev bigere. Desteyê piştrast kir ku kesên van biryaran pêk neynin dê hesab ji wan were xwestin.

Her wiha Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê pişterast kir ku heta niha kes li herêmê bi vê vîrusê neketiye.

Komîteyên tenduristî û şaredariyên gel li herêmê hemleyên dezenfektekirina sazî û deverên giştî pêk tînin.

Desteya Şaredarî û Parastina Jîngehê ya Herêma Cizîrê jî bang li şêniyan kir ku girîngiyê bidin paqijiya giştî, kesayetî û çopê bibin deverên  taybet.

(bx)

ANHA


Mijarên Din