Desteya Hundirîn: Hemû kesên hatine binçavkirin gumanbar in

Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser got tevahiya kesên ku di çarçoveya şewatan de hatine biçavkirin, gumanbar in. Her wiha bang li tevahiya şêniyan kir ku ji hêzên ewlehiyê re hevkar bin da ku berpirsên şewatan bigirin.

Agir bi rûberên berfireh ji hilberînên zivistanê yên genim û ceh yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket. Desteya Aborî û Çandiniyê rûberên ku şewitîne bi 20 hezar hektar texmîn kir, ew jî beriya ku şewat li Tirbespiyê û Til Hemîsê çêbe û 5 hezar hektar zevî bişewite. Bi vê yekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 25 hezar hektar zevî şewitîn.

Girêdayî mijarê Rêveberiya Xweser piştî şewatan diyar kir ku ew şewat bi zanabûn in û ji hêla aliyên ku hewl didin tevliheviyê di navbera rêveberiyê û şêniyan de belav bikin ve, pêk tên.

Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa encamên lêpirsînên desteyê yên girêdayî şewatan eşkere kirin.

Hêvî diyar kir ku desteyê tevahiya hêzên xwe di tevahiya rêveberiyan de ji bo hêsankirina mewsima çinînê û rê li pêşiya şewatan bigirin, amade kirine.

Hêvî wiha axivî: "Tevahiya kesên ku heta vê kêliyê hatine binçavkirin, gumanbar in. Heta niha tawanbariya kesekî nehatiye isbatkirin."

Hêvî tekez kir ku lêpirsîn bi wan re û hemû kesên pê guman dikin, hîna berdewam in heya ku kesên li dû bûyerên şewatê bên zanîn.

Hêvî destnîşan kir ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê berpirsên şewatan in. Hêvî soz da cotkaran ku dê lêpirsînên xwe berdewam bikin heya ku kesên berpirsên bûyerên şewatan bigirin.

Her wiha Hêvî bang li şêniyan kir ku ji aliyên ewlehiyê re hevkar bin û agahiyên dizanin bi wan re parve bikin da ku sûcdaran nas bikin.

Di demekê berê de ji vê mehê çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariya şewatên hilberînên cotkaran li Iraq û Sûriyê bi awayekî fermî li ser malpereke xwe ragihandibû.

(şx)
ANHA


Mijarên Din