Desteya Hundirîn teşhîrkirinên revandin û bazirganiya bi lebatên mirovî, derewandin

Bi civînekê, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewan û teşhîrkirinên bi angaştên bazirganiya bi lebatên mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser, piştras kirin. Her wiha diyar kir ku armancên li pişt van teşhîrkirinan, aşkere kirin.

Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist. Civîn li Navenda Desteyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsa yê pêk hat. Hevserokên Desteya Hundirîn Hêvîn Mistefa û Elî Hico, nûnerên Komîteyên Hundirîn ên  7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl, hevserokên Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtînê dest pê kir. Piştre raporên mehane ji hêla 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl ve hatin xwendin. Tê de xebatên komîte, pirsgirêk û astengiyên li pêş karên wan, hatin nîqaşkirin.

Ji girîngtirîn pirsgirêkên ku hatin nîqaşkirin, pirsgirêkên trafîkê, muxaleftên li ser wan û pêkneanîna hin ajokaran bi qanûnê çûn û hatinê ne. Li gor nîqaşên hatin kirin, desteyê Komîteyên Hudirîn bipêkanîna komîteyên trafîkê ya çavdêriya pêwîstiya rêvebirina qanûna çûn û hatinê, agahdar kir.

Ji wê jî zêdetir dê îşaretên trafîkê li ser rêyên giştî bi hedefa parastina aştiya şênî û sivikkirina bûyerên trafîkê, bên danîn.

Di civînê de Komîteyên Hundirîn ên 7 rêveberiyan agahiyên derbarê revandina zarokan û bazirganiya bi lebatên mirovî piştrast kirin.  Ji ber tevnên civakî û torên çamepeniyê yên dijberî Rêveberiya Xweser wan agahiyan belav dikin û teşhîr dikin.

Her wiha tekez kirin ku ev teşhîrkirin bi hedefa têkbirina pêkanînên hêzên ewlehî yên li herêmê derbarê parastina ewle û aştiyê de ye. Armanca wan aliyan jî, belavkirina tirs û xofê di navbera şêniyan de da ku zarokên xwe neşînin dibistanan û da ku nezan belav bibe. Dê piştre jî bê belavkirin ku li herêmên Rêveberiya Xweser xwendin tune ye.

Di demên dawîn de çapemenî û tevnên civakî yên dijberî Rêveberiya Xweser rewşên revandina zarokan û bazirganiya lebatên mirovan, belav kirin. Ew jî bi hatina sala nû ya xwendinê de ye. Her wiha bi wê re jî hin aliyên dijberî projeya Rêveberiya Xweser şerê çapemeniya taybet pêk tînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din