Desteya Karûbarê Civakê piştgiriya berevaniya zarokan kir

Desteya kar û Barê Civakê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku ew wek sazî piştgiriya bervaniya zarokan dikin.

Bi boneya roja cîhanî ya dijî karkerina zarokan, desteya Kar û Barê civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye;

"Bi boneya roja cîhanî dijî karkirina zarokan

Zarokên me… rihên jiyanê

Cîhanê 12`ê Hezîranê roja berevaniya karkirina zarokan hilbjiart. Ji bo balkêşkirina li ser pirsgirêka zarokên karker ku çawa alîkariya wan  bikin û weke derfeteke vexwendî ku ev diyardeya girêdayî wan, çi di aliyê hikumetan, saziyan, saziyên sivîlan û xwediyên kar.

Di demên dawî de li cîhanê û li herêmên Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet şer û alozî bandorên neyînî li civakê kir û taybet li ser zarokan ku dûrî jiyanê, xwendinê, aramî û aştiyê bikevin.

Ji bo wê diyardeya bêxwedatiyê û karkirina zarokan bi awayekî pir zêde belav bû ku gihişt rewşeke awarte.

Gumanên ku ji bo vê rewşê derdikevin holê li ser zêdebûna asta bêkariyê ya ku di nava kesên temen mezin de ji miletê herêmê derketiye û ji aliyekî din jî zêdebûna belengaziyê, kêmbûna dibistanan, xwendina neçarî û barê aboriyê yê ku bermayînên şer û nakokiyên şer bi pey xwe hiştî û kêmbûna naskirina zagonaên erkirina zarokan.

Tê zanîn ku bêjeya karkirina zarokan, ew e ku bêparbûna zarokan ji zaroktiyê, rûmet û şiyanên jiyanî re ye.

Ev yek jî ziyaneke mezin li pêşveçûnên wan ên canî û mêjî dike û dîsa dihêle ku ew tenê bimînin û tenik bibin û heman demê dûrî malbata xwe bikevin.

Ev rewş jî ji me tê xwestin ku weke sazî û dezgehên ku lênerîna zarokan dinêre divê em bi karekî ber rabin ji bo rêgirtina li vê diyardeyê, derxistina zagonan û bikaranîna wan ji bo parastina zarokên me û avakirina bernameyên hayîdariyê di civakê de.

Xwedîderketina li zarokên bêcih û war ji ber encamên derketina şer û xerabûna ku li ser civakê de rû da ye.

Em bikaribin ku wan tevlî civakê bikin û divê civak jî xwe berpirsyar bibîne.

ANHA


Mijarên Din