Desteya Perwerde û Fêrkirinê bidawîkirina sala xwendinê ya 2019-2020`an ragihand

Ji ber berdewamkirina qedexeya derketina derve, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara bidawîbûna sala perwerdeyê ya 2019-2020`an da.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara bi hejmara 1 girêdayî ya dewama di dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da. Naveroka biryarê ev e:

Li gorî encamên civîna Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deste û komîteyên perwerdeyê yên rêveberiyên xweser û sivîl re, desteyê ev biryar dan:

1-Sala xwendina ya 2019-2020`an bidawî dibe.

2-Tevahiya xwendekar û şagirt li gorî astan derbasî sala xwendinê ya bê 2020-2021`yan dibin.

3-Berdewamkirina xwendina online da ku xwendekar kêmasiyên xwe derbas bikin.

4-Lidarxistina ezmûnên asta amadehî li her du kantonên Efrîn û Firatê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din