​​​​​​​Desteya Perwerde û Fêrkirinê: Dibistan dê 27’ê Îlonê vebin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku dibistan di 27’ê Îlonê de werin vekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser îro giştînameya bi hejmareya 4’an derxist ku tê de biryar da ku dibistan roja yekşemê ya 27’ê Îlonê vebin.

Di giştînameyê de wiha hate gotin:

"Li gorî biryara 108’an a ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye dayîn û li gorî berjewendiyên giştî ev biryar heye:

Dê dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekşemê ya 27.09.2020’an tevî tedbîrên parastin û tenduristiyê bên vekirin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din