Desteya Perwerde û Fêrkirinê: Rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyê ji rastiyê dûr e

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyê de gelek şaşî hene û ji rastiyê dûr e.

Desteya Perwerdeyê têkildarî tawanbariyên Tora Mafên Mirovan a Sûriyê ên di 19`ê Sibatê de li ser binçavkirina 61 mamosteyan ji ber materyalên perwerdeyê û leşkerkirina wan ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, daxuyaniyek weşand.

Desteyê daxuyand ku di rapora tora navborî de ji ber van sedeman gelek şaşî hene û ji rastiyê dûr in:

“1. Aliyê ku rapor derxistiye, navenda wê li Qeterê ye û ji aliyê dewleta Tirk ve tê fînansekirin. Armanca wê ya sereke reşkirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk e.

2. Hêzên Sûriya Demokratîk aliyekî leşkerî ye û ne ji dûr ne jî ji nêz ve bi karê perwerde û fêrkirinê re têkildar nîn e.

3. Materyal ji aliyê saziyeke taybet ve (Saziya Materyalan - Minhac) ve tên amadekirin, hejmara kadroyên wê yên bi amadekirina materyalan hatine erkdarkirin nêzî 75 mamoste ye. Her wiha werşeyeke berfireh hate avakirin û pisporên ji Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê digire nava xwe û di bin çavdêriya mamosteyên zanîgehan ên pirsporên materyalan ên ji zanîngehên cuda yên cîhanê de ye, da ku materyalên Rêveberiya Xweser binirxînin, rast bikin û li gorî pîvanên navneteweyî û asta zanabûna şagirtan ji bo pêşxistina materyalan pêşniyaran bikin. QSD tu destwerdanê li karê wan nake.

4. Erka xweparastinê ji hemû civakan re mafekî rewa ye da ku xak, ewlehî û îstiqrara xwe biparêzin. Ew maf li gorî qanûna Rêveberiya Xweser a di 2014`an de derketiye, tê birêxistinkirin û li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo hemû ferdên temenê wan jor 18 saliyê derbasdar e.

5. Di lihevkirina di navbera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Nivîsgeha Parastinê de navên mamosteyên ji bo erka xweparastinê tên xwestin, bi rêjeyên li ser lihevkirî hatin rakirin, da ku bandorê li çalakiya perwerdeyê neke. Hêjayî bibîrxistinê ye ku tu mamosteyên ji Dêrazorê ji ber nebeşdarbûna erka xweparastinê heta dîroka îro, ji kar nehatine derxistin.

6. Li gorî lihevkirina bi Nivîsgeha Parastinê re, qedexe ye ku Hêzên Dîsiplîna Leşkerî derbasî dibistanan bibin û mamosteyan ji hundirê dibistanan derxin û bibin erka xweparastinê.

7. Têkidarî şagirtên ku veqetîne û li dibistanên rejîmê dixwînin, ew wekî veqetiyayî nayên hesibandin. Ji ber ku yên veqetiyayî li derveyî çalakiya perwerdeyê ne, ew şagirt jî xwedina xwe li dibistanên rejîmê dewam dikin.

8. Materyalên li dibistanên Rêveberiyên Sivîl (Tebqa, Reqa, Dêrazor) materyalên UNICEF (perwerdeya xweser) in û tu materyalên din nehatine ferzkirin.

Desteyê di dawiya daxuyaniya xwe de got rapora qaşo Tora Mafên Mirovan Sûriyê derxistiye, raporeke siyasî ye û dikeve xizmeta ajandeyên dijberî Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk. Armanc jê reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û spartina kiryarên xirab jê re ye, her wiha têkbirina baweriya bi QSD`ê li pêş şandeyên navneteweyî ye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din