Desteya Perwerde û Fêrkirinê rewşa dibistanên kantona Şehbayê şopand

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa perwerdeyê li dibistanên kantona Şehbayê û kompên koçberên Efrînê şopand.

Hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê Nesrîn Doko û Receb El-Muşrif li nav çend dibistanên kantona Şehbayê geriyan, rewşa dibistanan û xwendinê şopand. Têkildarî mijarê bi endamên Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê re nîqaş kirin.

Li gorî hevserokê desteyê Receb El-Muşrif, deste hêvî dike warê perwerdeyê li kantona Şehbayê ya dorpêçkirî bi pêş bixe. El-Muşrif got: "Ji bo xurtkirina rewşa perwerdeyê em serdana dibistanan dikin. Li gorî dîtina me, pêwîstiya dibistanan bi amrazên perwerdeyê û sererastkirinê heye. Lê dîsa jî mamoste û rêveberî baş bi karê xwe radibe. Lewra em dikarin bibêjin ku ev bingeha xebata perwerdeyê ye û dema wijdan hebe bêguman dê asta perwerdeyê bi pêş bikeve û bi xwe re xwendekaran jî bi pêş bixe."

Receb El-Muşrif spasiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê û mamosteyan kir ên ku ji bo biserxistina warê perwerdeyê du qat kar dikin. Receb El-Muşrif da zanîn ku yek di civîna wan bi xwendekaran re û nîqaşên bi mamosteyan re diyar bû.

Receb El-Muşrif piştrast kir ku ew hewl bidin rewşa xwendinê bi pêş bixin û dê zehmetî û pêwîstiyên perwerdeyê ji Rêveberiya Xweser re ragihînin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê (KPC-D) ji bo 15 hezar xwendekarên bi zimanê erebî û bi zimanê kurdî dixwînin, mamoste amade kirine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din